16 juni 2022

Amerîkayê serokekî Daîşê dîsa di himêza Tirkiyê da girt

Hêzên Koalîsyona li dijî Daîşê do bi şev destê sibê li Sûriyê li herêma Cerablûsê bi operasyonekê serokekî Daîşê dîsa di himêza Tirkiyê da bi saxî girtin.

Piştî El Bexdadî ev serokê Daîşê yê siysiya ye li herêmên di bin destê Tirkiyê da tên kuştin û girtin.

Amerîkayê wek herdu operasyonên berê, vê carî jî haya Tirkiyê ji operasyonê haydar nekir. Ma ewê çawa agahdar bikira, çimkî terorîstê bi saxî girtine mîvanê ordiya Tirkiyê bû.

Heger haya tirkan ji operasyonê bibe bêguman ewê mîvanê xwe veşartana.

Li gorî medyayê nivîsîye terorîstê hatiye girtin bombeçêkirekî profesyonel û serokekî Daîşê yê gelkî muhîm e.

Vê bûyerê jî careke din nîşan da xwediyê Daîşê Tirkiye ye, Tirkiye Daîşê sewq û îdare dike û serokên wê jî giş li Tirkiyê û li derên di bin dagirkerî û kontrola Tirkiyê da ne şarge dikin.

Amerîka û hêzên hevpeyman viya baş zanin, çimkî ev sê car in serokên Daîşê di himêza ordiya Tirkiyê da digrin û dikujin. Lê dîsa jî tirştekî bi Erdogan nakin. Pir ecêb e, meriv matmayî dimîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE