Bîstik berê min serê xwe şikand.
Ez henek meneka nakim, bi rastî min bêhemdî serê xwe şikand, xwîn jî jê hat.
Ez bibêjim çawa bû…
Min qahwe ji dolabê derxist, ji bêhişî min deriyê dolabê yê
jor vekirî hîşt. Gava ez bi paş da zîvirîm(doş bûm)eniya min li binê deriyê
dolabê ket û xwîn bi ser çavê min da herikî.
Birîn li ser buruyê çavê rast e. Şikir
birîn zêde ne mezin e. Kanîbû xerabtir bibûya.
Ez dibêjim fêda berçavkê jî çê
bûye. Heger ne berçavk bûya ewê xerabtir biba. Xwedê kir ez bi berçavk im.
Min pansûman kir û bandek biçûk lêxist.
Dema meriv birîna zarokan bant dike, li bantê dinêrin û aş dibin. Min jî çû ber
neynikê bala xwe da bantê û xwîna xwe bi tenturyotê(Alsolsprît) pak kir.
Ser
çavê min hinekî reş bûye lê ne zêde ye.
Esas ev çend car in ez nêzî qezayeke
wiha dibûm, lê tim jê difilitîm, qezayê vê carê xemsariya min efû nekir.
Qey hinekan ez çavìnokì kirim.
Li piyasê kesên çavpîs pir in, dibêjin di vî umrî da tu çawa kanî di medyaya
sosyal da hewqasî akîtîf bî?
Dilnexwaz meriv nezerî dikin. Ez nizanim ez kespikekê bi xwe ve kim?
Carnan qeza û bela di mitpaxa meriv da jî tê meriv dibîne.
Lê jiyan bê qeza jî nabe.
Carnan dibê meriv bilikume, bikeve, rabe, serê xwe bişkîne, nexweş bike, here
ser tuxtor, çar derziyên koronayê li xwe xin û karta xwe ya bankomatîkê li
markêtê ji bîr bike.
Sê roj berê min karta xwe ya bankomatîkê di makîna marketê da ji bîr kir û çûm.
Ez nêzî bajarê Vasterasê bûbûm, nedibû bi
paş da vegerim, ji mecbûrî min kart betal kir, hesabê xwe girt.
Banka min karteka nuh ji min ra şand, lê koda wê hîn nehatiye, qey ewê sibe
were.
Yanî jiyan bêyî ketin, rabûn û qeza nabe. Ya muhîm ne giran be…
Ez tu risim-mismî belav nakim, ne hewceye hûn birîna min bibînin, birîn ne mezin e. We bihîst bes e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar