16 juni 2022

Li Stenbolê zava û 9 kesên din ji ber hirbiyên kesk, sor û zer hatin zindankirin

 


Li Stenbolê di dawetekê da ji ber ku zavê çend hirbiyên rengîn(kesk, zer, sor û sipî) li dor hustuyê xwe gerandibûne, zava Mesûd Karçik jî di nav da 10 kes girtine, birine emnîyetê, dûra û zindan kirine.

Hukûmeta AKPê neyartiya kurdan hewqasî bi pêş da biriye êdî rengên kesk, sor, zer jî li kurdan qedex dike.

Pîrekên kurd bi hirbiyên rengîn serên xwe girê didin. Lê wer xuya dike rejîma Recep Tayyip Erdogan ewê hirbiyên rengîn jî li kurdan qedexe bike; çimkî rengê ala kurd jî kesk, zer, sor û sipî ye.

Ev şêla hukûmetê ji irqçîtiyê jî wêdatir e, barbarî ye, paranoya ye.

Çend hirbiyên rengîn çawa kane bibe ”propagandeya terorîzmê”?

Dewletek ne hov û barbar be, ne paranoyak be 10 kesan çawa ji ber rengê hirbiyan digre bin kilîtê?

10 kesên ji ber hirbiyên rengîn hatina girtin ev in:

Cahit Karçık, Şefik Karçik, Tahsin Karçik, Mesut Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, İbrahim Kaplan, Umut Kaplan, İbrahim Baran, Burhan Topçu.

 

XXX

Li gorî birayê minê hêja Hejarê Şamîl nivîsîye ev bêbav neyartiya kurdan dike. Ev jî bêşansiya me ye, çar dewletên dijmin ne bes in, hinekên din jî li ser navên wan neyartiya me dikin.

Nizanim me çi bi xelkê kiriye?

Me ne welatê kesî dagir kiriye, ne jî zulm li kesî kiriye. Miletekî bindest ne kane welatan dagir bike, ne jî zulmê li kesî bike.

Yên ev herdu tişt jî kirine faris, ereb û tirk in.

Heq û azadiya me daye ereb, tirkmen, cihû, êrmenî, asûrî û suryaniyan, tirkan, farisan û ereban nedaye wan, lê hin şîrheram dîsa jî neyartiya me dikin.

Kî ji ser sifra me radibe kêrê dide sifra me û radibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE