16 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -151-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-06-16
Kongra Federasyonê

*Kongrê piştî saet 11.00a da dest pê kir. Axaftinên li ser sîstema komunan(belediyan) dom kir. KOMKARê li dijî derbasbûna sîstema komunan ray da. Komelên din gişan biryara sîstema komunan qebûl kirin. Komele êdî ewê li ser asasê komunan(belediyan) ava bibin, her kesê bibe endamê komela belediya xwe.


Dema dor hat ser hilbijartinên organên Federasyonê problemê dest pê kir. Komkarê got ew, em, Yekîtî(YNK)û Pêşverû bi hev ra lîsteyekê derxin. Û Roja Welat ra jî nakevin tu komîteyê. KUKê jî got bira YEKÎTî û Keya Îzol tunebe.

Em li dijî van herdu pêşniyarên KUKê derketin. Me got bira Sîdar Budak, Nazim(YNK), Sidiq, Keya, Mekî Dalaban(Amed Tigrîs)Nafî Çilgin û Şiya(Harun Elîaçik) têkevin têkevin komîteya kargir.

Herdu aliyan jî(KUK û Komkarê) ev lîsteya me qebûl nekirin. Me jî got dema kadroyên baş neyên hilbijartin em nakevin tu komîteyê.

Hevalên KUKê pir israr kirin ji bo ku em wan ra têkevin komîteyê, lê me qebûl nekir.
Piştî gelek minaqaşe, xiran û kaşan Mekî, Şiyar, Celal, Ahmed Karamûs, Sidiq û Hemîd Newroz ji bo komîta karger hatin hilbijartin.

Me rexne li herdu aliyan jî girt lê tiştê me dixwest nebû. Her kes ji şêla me razî bû, çimkî me dijayetiya kesî nedikir.

Ji bona haziriya avakirina komeleyên komunan û kongreya wê komîteyek hat hilbijartin. Henefî Celeplî, Mahmûd Kîper, Şervan Buyukkaya, Hemîd Newroz û Şiyar(Harûn Elîaçik) ketin vê komîtê. Me Keya Îzol jî pêşniyar kir, lê 13 ray girt nehat hilbijartin.

*Vêsê tiştekî pir ecêb hat serê min. Dema ez û Heyder(Heyder Diljen) ji mala me diçûn kongrê, em li otobozê siyar bûn. Heyder derxist 100 kr. da şufêr. Şufêr, bêyî ku bipeyive şîlta(tabêleya) di ser xwe ra rê Heyder da.
Di tabêleye da dinivîsand:
”Di ser 10 kronî ra hûr nabe !”
Min ji şufêr ra got:
”Ma tu di xwe ra nabînî bipeyive?”
Dengê xwe nekir. Perê Heyder yê hûr tunebû. Min li bêriya xwe mêze kir, yê min jî 50 kron bû, 3 kron tenê perê hûr bi min ra hebû, heqê bilêtê jî 6 kron bû.
Şufêr got, perê hûr tune, dibê hûn ji otobozê peya bin.
Min got, ya bipê ezê herim li vê dikana hember hûr bikim û werim, ya jî dema em li Gullmarsplan daketin ezê hûr bikim û bidim te.
Got na, dibê hûn peya bin, heta hûn peya nebin ez naçim!

Min got, tu ne biaqilî! Em mecbûr in herin, perê me heye, lê perê hûr tuneye.
Di vê nabênê da ji nav rêwiyan yek bi hêrs rabû hat, bi şufêr da xeyidî û 6 kron di ber me da da şufêr. Otoboz bi rê ket.
3 kronê li ba min hebû min dayê û gelek sipasî wî kir. Got ne muhîm e.

Camêr swêdî bû, umrê wî li dora 40î bû, kincên karkiran lê bû. Ev cara pêşî bû tiştekî wiha dihat serê me.
Ji bêşansiya me ra em rastî yekî serhişk hatibûn. Ne xêra camêrê swêdî bûya emê dereng biçûyana kongrê.

XXX
1986-06-12

Min kitêba Dr. Kemal Mazhar Ahmed qedand. Gava meriv bi gotinekê bibêje, xebateke pir hêja ye. Çi heyf ev kitêba hewqasî muhîm hetanî nuha nebûbû kurmancî, ya jî tirkî. Em kurdên bakur jê mahrûm bûn.
Dema em tarîxa xwe baş bizanibin ewê pêrgî li ber gelek şaşiyan siyasî were girtin. Dema meriv tarîxa nizanibe pir rehet tiştên ne rast, şaş qebûl dike, diparêze.

Ji ber ku em tarîxa xwe ya nêz baş nizanin pir rehet di bin tesîra virên xelkê da dimînin. Lema jî dibê tarîxa xwe em binivîsin, ne xelk. Kemal Mazahar ev wezîfeya xwe baş kiriye. Mala wî hezar carî ava be. 


XXX
1987-06-16

*Seîd Aydogmuş ji min ra got serokê Komkarê yê Fransayê hatiye kuştin, qatil jî nehatiye girtin. Miheqeq dîsa Apocî ne. Seîd tiştekî zêde nizanîbû. Hêvî dikim ne Apocî bin. Lê ez dibêjim ew in.

*Salim Çelîker telefon kir, got "ez naxwazim di tu platformê da mesûlîyeteke li ser navê partiyê bigrim ser xwe."

XXX
1999-06-16

Xwedêgiravî ji roja duşemiyê û vir da ez di tahtîlê da me. Lê çi tahtîl, çi tahtîl!
Ez wer di hundur da me. Îro, ew jî li ser daxwaza zarokan em giş bi hev ra çûn hewzê Alvsjo(Älsjö). Salê cûnê van çaxana dîsa çend quruşê me hebû, îsal ew jî tuneye.
Wer xuyaye ezê wer di hundur da bim.
Ê qe nebe bi vî hawî ezê vê wergera(romana Susanna Tamaro) destê xwe biqedînim û teslîmî Firat Cewerî bikim. Wa ye li ber qedandinê ye, ez bi datayê dinivîsim. 

XXX
2001-06-16
Ji Ahmed Okçuoglu ra

Merheba!

Birayê Ahmed, ev demeke dirêj e haya me ji hev tuneye. Ez hêvî dikim siheta te li cî ye û karê te baş dimeşe. Min xwest rewşa wergera xwe(kitêba Susanna Tamaro) ji te bipirsim. Gelo te çawa kir?
We çap kiriye ya na?
Heger we çap nekiriye, hûnê kînga çap bikin?
Ez dixwazim di vî warî da hûn bersîveke qet î bidin min. Ji ber ku ev du sal in min wergerandiye, heger di demeke nêz da çap nebe hinekên din kanin wergerînin û çap bikin. Wê demê keda min ewê bibe keda besîs bi erdê da here. Rica min ji te heger îmkana te ya çapkirinê tunye ji min ra bibêje. Çimkî ez dixwazim di demeke kin da bidim çapkirin. Ez li bende bersîva te me.

Bi silavên biratiyê.

Zinarê Xamo

XXX
2016-06-13

Hejarê Şamil nivîsa min şirove kiriye, hin peyvên ne xweş ji Muhsîn Kizilkaya ra gotiye. Ez nahêlim kes di malepera min da heqaretê li xelkê bike. Rexne dibê bi edeb û bi termînolojiyeke siyasî be, heqaret ne rast e.
Min nexwest nivîsa wîrakim, min xwest ew bi xwe rake.
Camêr maqûl hereket kir, got, ”Bu mamoste, ezê bi xwe rakim. Spas.”

Hejarê Şamil
Kekê Hejar merheba! Birayê ezîz, di şiroveya te ya li ser Muhsîn Kizlkaya da hin heqaret, hin gotinên ne xweş, ku peyvên wisa bi te jî nakeve hene. Ez naxwazim şirovey te rakim, lê heger tu wan gotinan biguherînî ezê kêfxweş bibim. ” BÊNAMÛS KURÊ BÊNAMÛS E” gotineke ne xweş e û bi te jî nakeve. Ez naxwazim di rûpela min da gotinên wiha werin gotin. Tu, Kizilkaya bi termên, bi gotinên siyasî rexne bikî baştir e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar