15 juni 2022

Tesadufeke pir xweş !

37 sal berê di 15 hezîranê da me kongreya ”Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd” li taxa Husby Traffê çêkir.

Wek serokê Federasyonê yê wê demê min bersîva rexneyên delegeyan daye û di dawiya axaftina xwe da sipasî hemû kesên alîkariya me kirine, lê bi taybetî jî min sipasî Henefî Celeplî, Mahmûd Kîper, Keyo, Eşref Okumuş û Salih Înce kiriye.

Min ev yek wê rojê nivîsîye. Nuha ez wan notên xwe roj bi roj diweşînim.

Hûn bala xwe bidin tesadufê, do Eşref Okumuş telefonî min kir, got heger wexta te hebe em sibe bi hev ra fîncanek qahwe vexwin.

Min got pir baş e, bi dîtina te ezê kêfxweş bibim. Me îro saet di 15.00a da li herêma Sodermalmê, li Parka Tantolunden hevdu dît û li kêlek avê, li dereke pir xweş dest bi sohbeta xwe kir.
Ev tesaduf çawa çê bû?

Çend roj berê Eşref Okumuş li ser daxwaznameya endametiya Swêd a NATOyê û sergêjiya Tirkiye jê ra çêdike nivîsek nivîsî bû.

Nivîseke mikemel bû. Pir kêfa min ji nivîsê ra hat. Di medyaya sosyal da min nivîs eciband û pesnê wê da.

Lê min xwest jê ra jî bibêjim, wî pîroz bikim.

Lema min telefonî wî kir û ew pîroz kir. Min got dema rojekê wexta te çê bû em hevdu bibînin û bîstekê sohbet bikin.

Camêr got ser çavê min, ezê telefonî te bikim.
Do telefon kir, got heger wexta te heye em sibe hevdu bibînin. Min got pir baş e, me li ser îro saet di 15.00a da li hev kir.

Ez her sibe notên bîranînên xwe di bloga xwe da belav dikim. Vêsê dema min deftera xwe vekir û dest bi nivîsîna notên xwe yên 37 sal berê kir, di cî da tesadufeke pir xweş bala min kişand.

Min bala xwe dayê 37 sal berê di 15ê hezîranê da, di axaftina xwe ya kongreya Federasyonê da min sipasî Eşref Okumuş û çend hevalên din kiriye.

Ez matmayî mam, min ji xwe ra got, hela hûn bala xwe bidin vê tesadufê, 37 sal berê di 15ê hezîranê da di kongreya Federasyonê da min qala Eşref kiriye, îro jî ez dikim herim wî bibînim !
Tesadufek ancax hewqasî xweş dibe !

Min ev yek jê ra got, ew jî matmayî ma, got pir xweş e, kêfa wî jî pir ji vê tesadufê ra hat.
Di bûyerên wiha da meriv qîmeta nivîsînê dibîne û fêm dike. Heger wê demê min ev not nenivîsîya ew axaftina min ewê nedihat bîra min. Bi xêra notên wê rojê min ev tesadufa xweş ferq kir.

Ji ber ku min nivîsî bû ji bo min him bû tesadufeke pir xweş, him jî sebebê vê nivîsê.

Keda Eşref Okumuş di avabûna Federasyonê û di xebatên kurdên Swêd da ne hindik e. Heger rojekê tarîxa dîaspora kurdên Swêd were nivîsîn dibê keda Eşref Okumuş jî neyê jibîrkirin.
Surprîzên jiyanê pir in, hinek xweş in, hinek ne xweş in, ev tesadufa min li jor qal kir ji bo min surprîzeke xweş bû.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE