Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-06-15
Saet di deha(10.00)çûm kongreya Federasyonê. Kongre li
HusbyTraff çêbû. Piştî vebûna kongrê min dest bi axaftina xwe kir. Di kongra berê
da min aaxftina xwe neqaedandibû, min ji qismê mayî dom kir.
Ez li ser
rexeneyan sekinîm, min bersîva rexneyan da. Min rexneyên li Berbangê hatibûn
girtin di cî da dîtin.Min got berpirsiyar ne şexseke, redaksiyon hemû ye.
Di
dawiya axaftina xwe da min sipasî hemû kesên alîkariya me kiribûn kir. Min navê
Henefî Celeplî, Mahmûd Kîper, Keyo, Eşref Okumuş û Salih Înce da, sipasî
gişan kir.
Biryara derbasbûna sîstema komunan min hazir kiribû. Nûner li ser guhertina destûrê û biryara derbasbûna sîstema komunan peyivîn. Pêşniyara min hazir kiribû hat qebûlkirin. Di warê guherandina destûrê da bêyî me kesî pêçniyareke nivîskî neda dîwanê.
Di mada komunan da wexta me qediya û kongre ma roja din.
Di kongrê da rewş ame baş bû, pêşniyar hemû ji hevalên me çûn. Ji bo qebûlkirina sîstema komeleyên komunan axaftina min tesîreke baş li ser nûneran kir.
Heyde Diljen îşev li mala me ma. Ez û wî çûn mala Nebî Bal, pîreka wî hatibû, me xêrhatin dayê.
KUK û KOMKAR bi Mahmûd Kîper ra peyivî bûn. Piştî em ji mala Nebî hatin, Kîper ji min ra qala tiştên KUKê û KOMKARê jê ra gotine kir.
XXX
1996-06-15
Malmîsanij(Mehmet Tayfûn)li ser zazakî konferansek da. Konferansa
wî pir baş bû, înformatîf bû. Kurmancî zazakî miqayese kir. Ni netîcê da got,
zazakî û kurmancî yek ziman in, herdu jî lehçeyên zimanekî ne. Xwest bi numûne nîşanî
zazayan bide li gel hin ferqên xwe jî zazakî lehçeyeke zimanê kurdî ye.
Osman Aytar û Selîmê KUKê (Mehmet Ûzûn) hin tiştên balkêş gotin, min qet ji wan
nedipa. Tiştê Osaman got hema hema dihat maneya zazakî ne lehçeyeke kurdî ye û
dibê meriv bi israr nebêje zazakî lehçeyeke kurdî ye. Vekirî negot zazakî ne
lehçeyeke kurdî ye, lê got kane ne kurdî be, lema jî dibê meriv bi israr nebêje
zazakî lehçeyeke kurdî ye.
Selîm jî got, dibê kurmanc jî fêrî zazakî bibin û çima ev civîn ne bi zazakî ye
û ji bo çi zimanzanên kurmanc li ser zazakî naxebitin. Selîm(Mehmet Ûzûn) di
her fersendê da tim tiştên wiha dibêje û tim ji kurmancan gazinan dike, rexne
dike, fena ku kurmanc bi zanetî dixwazin zazakî nemîne.
XXX
Ji lîsteya Partiya Sosyalîzma Demokratîk(PDS) ya Almanya
keçeke kurd bi navê Feleknas Ûça ket Parlamentoya Ewrûpa. Li gor rojname
dinivîsînin Feleknas Uca ji Batmanê ye û li Almanyayê hatiye dinê, li bajarê
Cellê dimîne.
Bi îhtîmaleke mezin ewê keçeka Êzîdî be. Belkî jî wêranşarî be. Helbet ji bo kurdan
ev bûyereke mezin e. Ev cara pêşî ye ji kurdan yek dikeve Parlamentoya Ewrûpa. Û
him jî jinek.
Kanala CTVê pê ra hevpeyvînek kin çêkir. Întîba li ser min hîşt ne yeka pirr
jîr û zane ye, her digot ez kurd im û ezê ji bo kurdan bixebitim.
Lê bê guman hîn xort e(23 salî ye), ger jêhatî be kane gelek tiştî fêr bibe.
Li alî din xortayî jî û jinbûna wê jî kanin jê ra bibin awantaj. Dîsa ji bo keç
û xortên kurd jî wek numûne jî pirr baş e, kane tesîrê li hinên din jî bike.
Însan bibînin li Ewrûpayê îmkanên wiha ji bo me kurdan hene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar