15 juni 2022

Keç û xortên kurd, DALKURDê bi tenê nehêlin !

 


Kurdino, Dalkurd li hêviya alîkariya we ye !

Keç û xortên kurd, kurdên kurdperwer, piştgir û dilxwazên DALKURDê, maça Dalkurdê ya 26ê hezîranê ji bîr nekin, wê rojê taximê xwe Dalkurdê bi tenê nehêlin. 

Herin maçê, destegê bidin taximê xwe yê netewî, bira lîstoikvan û berpirsên Dalkurdê bibînin ew ne bi tenê ne.

Di maçê da ala Dalkurdê û ya Kurdistanê li ba kin. Bira lîstikvan û berpirsên Dalkurdê bibînin ew ne bi tenê ne, em ji taximê xwe hez dikin, miletê kurd li pişt Dalkurdê ye.

Di maçan da zêdebûna sportan, piştgiran moralekî mezin dide lîstikvanan, ji bo serketinê kêf û ezmekî mezin bi wan ra çê dike. Dibê trîbunên Dalkurdê vala nemînin.

Dalkurd serbilindiya me ye, dibê em taximê xwe, lîstikvanên xwe bi tenê nehêlin, bi piştgiriya xwe moral bidin wan, alîkariya madî û manewî ji ser Dalkurdê kêm nekin.

Em ji Dalkurdê hez bikin, herin maçên wê û bibin sponsorên wê. Taximek bi alîkarî û piştgiriya dilxwazên xwe, sportên xwe dijî, bêyî alîkariya madî û manewî tu taxim nikane bijî.
Her bijî Dalkurd !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE