Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-14
*Min, Mahmûd Kîper, Mumtaz(Nîmet Aydin) û Nafî Çilgin me yê îro
li komelê hevdu bidîta û emê li ser biryara min ji bo komeleyên komunan hazir kiriye
bipeyivîyana. Tiştê min hazir kiriye gerek me bixwenda û fikrê xwe li ser
bigota.
Lê Nafî û Kîper nehatin civînê. Mumtaz got Nafî telefonî wî kiriye, gotiye
nayê. Piştî ku Kîper jî nehat, ez û Mumtaz çûn qahwexanê. Kîper li wir bû. Min
li qahwê nivîs bi Kîper û Mumtaz da xwendin, gotin baş e. Tu guherandin
pêşniyar nekirin.
*Saet di 17.20a da Emerê KUKê, got gelo hûnê werin civînê ya na?
Min got, Kîper telefonî we nekiriye? Got na, telefon nekiriye. Min got wê demê
emê neyên civînê.
Heyder(Heyder Diljen)bi şev telefonî min kir, min ev tişt giş ji wî ra gotin.
*Heyder got hûn biçûyana civîna KUKê, we dîtinên xwe li wir bigota ewê baştir
ba. Min got wele em neçûn.
*Min telefonî Zubêr kir, min got bandrolan sibe bi xwe ra bîne kongrê. Got baş
e, ezê bînim.
XXX
1999-06-14
Min parastina Ocalan ya dabû mahkimê nuha qedand. Erê xwe
diavêje talda Ataturk, Kemalîzmê diparêze, gelek tiştên îdeolojîk û tarîxî li
gor dilê dewletê dibêje, lê li gel vê jî parastina wî ji axaftina wî ya mahkimê
baştir e.
Gelek tiştên baş û rast jî dibêje, di gelek ciyan da li dewletê jî rexne digre,
feqet şêla teslîmîyetê di giranê da ye. Xwezî xwe nexista vî halê pîs,
parastineke bi mêranî bikira; ewê bibûya Mandelayê kurdan. Ev îmkan jê ra çê bû
lê wî red kir, nexwest mêraniyeke wek ya Qazî Miheme bike.
Lê tiştê bala meriv dikşîne, meriv bi hêsanî dibîne însanekî ne vala ye, gelekî
zîrek, zana û bi kapasîte ye.
Yanî wek hinek dibêjin ne merivekî nezan
û ”biçûk” e, têra xwe zana û mezin e.
Di parastina xwe da di mesela PKKê da bêtir bi îstîkrar e, PKKê diparêze, lê
xwedî derdikeve.
Lê di mesela kurd û şiklê çareseriyê da vê îstîkrarê nîşan nade, çarçeweyeke
nezelal pêşkêş dike. Li gel van tawîzên wî jî heger di mahkimê da jî di vê
çarçewê da bipeyiviya ewê gelkî baştir bûy.
XXX
2020-06-14
Rexneya te ya li dijî "like" Mûrad Ciwan ez kêfxweş kirim. Mûrad Ciwan ne tu merive e, navî giran e, warî wêran e. Berê min pir qedir didayê, lê ne layqî wê hurmetê ye.
Pûç derket. Heta do hevalê wan kesan û karkirê TRT6ê bû. Ji serokatiya partiyeke serxwebûnxwaz çû bû şirovekarê TRT6ê . Erdogan şiband Che Guevara.
Mixabin hin kes xwe pir erzan difroşin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar