Rojnamevanê zîrek, dostê minê hêja Salihê Kevirbirî şeva berê
mîvanê min bû. Ji bo ku em şevbêrka xwe germtir bikin, me ban xortê hêja Beşîr Kawak jî
kir.
Camêr qedrê me girt, hat sohbeta me, cimata me şên û geş kir. Hetanî derengê
şevê me bi hev ra şevbêrkek xweş derbas kir.
Ev du sê roj in bi xêra Salihê Kevirbirî mala ma şên e, mîvan tên serdana me, em bi hev ra sohbetên xweş dikin.
Do danê nîvro ez û mîvanê xwe Salihê Kevirbirî û dostê xwe yê hêja Refîk Încîr, me bi hev ra berê xwe da bajarê Vasterasê (Västeråsê), ba şaira bi nav û deng Fatma Savcî û mamoste û dildarê zimanê kurdî Mahmûd Lewendî.Mîvanê min Silih û Refîk li hev keribûn diçûn serdana Fatma xanimê û Mahmûd Lewendî. Gotin ma tu yê li malê çi bikî, rabe tu jî bi me ra were.
Min gotina mîvanên xwe li erdê nexist, pêşniyara wan qebûl kir.
Rêwîtiya bi nas û dost û hevalan ra xweş e. Do danê nîvro ez, Salih û Refîk me berê xwe da bajarê Vasterasê. Em bûn mîvanê Fatma xanimê û Mahmûd Lewendî.
Mazûbanên me kar û civînên xwe nîvçe hîştin û bi dilşadî hatin pêrgî me. Em bîstekê li nava bajêr gerandin. Li bajarê kevn em çûn qahwexaneya kurdekî. Di mîvaniyê da dibê meriv bi hev ra fîncanek qahwe vexwe. Çimkî dibêjin xatira qahwê 40 salî nayê jibîrkirin.
Qahwexane li taxeka bajêr a kevn û tarîxî bû. Xatûna garson keçeka şîrîn ji Qamîşloyê bû. Ez pê ra bi kurmancî peyivîm. Ji ber ku kurmanciya wê zêde ne baş bû hinekî şerm dikir. Min got şerm neke, bipeyive.
Li mekanê kurdan meriv xwe li mala xwe hîs dike. Ez xwe wer his dikim, fena ku meriv li mala xwe be
Me bîstekê sohbet kir, dîsa qala zulma dijmin û derdê bêtifaqiya xwe kir, me gişan gazinên xwe bi hev kir. Jixwe hal û karê me ev e, tiştê di dest me da maye gilî û gazin e.
Ji wir em rabûn, îcar em çûn pîzerîya kurdekî Nisêbînî, hosteyekî torî.
Mala camêran ava be ji me ra pîzeyên pir xweş çêkirin. Min pesnê pîza xwe da, hoste jî got, "eyb e meriv pesnê xwe bide, lê li tu dereka din kes nikane pîzeyên wiha xweş çêkin."
Mahmûd Lewendî jî pir pesnê pîza wî da bû û li gorî îdîa wî kurd pîzayê pir xweş çê dikin, pîza di ser pîza kurdan ra tune ye. Bi baweriya min jî kurd aşçiyên baş in.
Torî ji xwe bi gelek tiştên xwe meşhûr in, lê vaye pîza jî li hunerên xwe zêde kirine. Gereke ez înkar nekim, tahm û lezeta pîza camêr hîn di binê zimanê min da ye.
Bi rêbertiya Fatma xanimê û Lewendî piştî hinek gerr û seyrana nava bajêr, danê êvarê Fatma xanimê got ezê we bibim ciyekî pir xweş; em birin ciyekî, şûnwarekî 3500 sal kevn, Anundshog.
Anundshog, herêmeke bi tarîxa xwe balkêş û bi xweza û hawîrdora xwe jî pir xweş bû.
Mala Fatma xanimê ava be, bi saya wê me ev dera xweş dît.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar