13 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -148-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-13

Min û Mihemedê Hekarî li bajêr hevdu dît, ji bo bandrolê me çû hin tişt kirîn û em bi hev ra çûn Federasyonê. Em haziriya kongreya Federasyonê dikin.

Ez hatanî 15.15a li wir bûm, dûra çûm civîna nûnerên Federasyonê yên komela me. Mihemed karê bandrolê domand.

Civîna nûnerên komela me di 16.00a da bû, Mumtaz (Nîmet Aydin)nehat. Me biryar girt, me got heger di kongreyê da du lîste derkevin, em nakevin yekê jî û rayê nadin tu lîsteyê.

Lê heger lîsteyek derkeve emê têkevinê û nûnerê me jî Nafî Çilgin e.

Dema li ser lîsteyeke mişterek neyê li hevkirin, nav werin pêşniyarkirin, emê jî Nafî pêşniyar bikin. Min nivîsandina biryara di heqê komeleyên komunan d agirt ser xwe. Nivîs bi şev saet di 13.00a da min qedand.

XXX
1996-06-13


Ez çûm şîna Kamûran Hîdayetî. Welatparêzê hêja di 6ê mehê da wefat kir. Meleyên Îranê yên xwînxwar bi postê bombeyek şandin mala wî, wî jî dema pakêt vekir, bombe di destê wî da teqiya, herdu çavên wî kor bûn, destên wî seqet bûn.

Dema birîndar bû li nexweşxanê ez neçûm ser, îro çûm şîna wî. Ji ber ku berî mirinê neçûm ser pir xemgîn im. Destpêkê nedihîştin, lê dûra jî nizanim çima min îhmal kir...

Kamûran merivekî pir hêja bû, nabûna min û wî pir baş e, dilsozekî kurd û Kurdistanê bû.

Êvarî ez mîvanê Fexrî Olçer bûm. Ban Salim Çelîker, Weysî Zeydanligolu, Cemal Saygili û Riza Polat kiribû. Riza Polat nehat. Em hetanî derengê şevê li wir man, me sohbet kir û nezere lîst.

XXX

1999-06-13

Partiya Kemal Bûrkay(PSK) li ser mahkime û hin beyanên Evdila Ocalan beyanek belav kiriye.
Min beyan îro xwend. Beyana wan baş e, li gorî dilê min e. Di serê min da jî çarçeweyek wiha hebû.
Heta wê rojê dema ez bi Mahmûd Kîper ra peyivîm min jê ra eynî tişt gotibûn.
Tenê di dereka be dayana PSKê tiştekî ne xweş, ne hewce heye. Gotine, belkî Ocalan li Îmraliyê îmkana baş fikirandinê dîbe û gihîştibe wê baweriyê ku stratejî û şiklê xebata wî çewt e.
Yanî hinekî qerfê xwe pê kirine.
Bi baweriya min Ocalan di ciyekî teng da ye, ji bo yekî di rewşek wiha da bikaranîna gotineke wiha ne xweş e.

Min telefonî komela KOMKARê kir. Halûk hat ser telefonê, min got belavoka partiya we bi zimanekî maqûl hatiye nivîsîn û gelkî baş e. Min got ya muhîm divê meriv berê xwe bide dewletê û ji PKKê ra jî bi zimanekî maqûl bibêje nexapin, neyên lîstika dewletê. Çimkî dewlet dixwaze kurd dev ji daxwaza azadî û serxwebûnê berdin û herin nuxta dewletê, nuxta ku dewletê çarçewa wê danîye ber Ocalan.

XXX
2021-06-13

Ceng Sagnic ji bo kitêba min ”Stiriyên me” min ra gotiye:
”Silav seyda. Ez adeten pirtûkên kurdî bê beramber ji kesî wernagirim. Eger pirtûka te li ser internetê bê firotin min gelek dil heye bi destê min jî bikeve.”

Cengê hêja, kitêb li piyasê qedîyaye. Çapa duduya belkî di meha îlonê da derkeve. Lê edresa xwe ji min ra bişîne ezê ji te ra yekê bişînim. Ji bo xatirê min vê carê wê prensîba xwe xera bike, edresa xwe ji min ra bişîne, ezê kêfxweş bibim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar