Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-12
*Min wext û ciyê kongra Federasyonê ji Rezaq Feylî, Heqî,
Zubêr ra got. Min cardin telefonî Husên Aksaç kir ne li mal bû. Min ji Heyder
(Heyder Diljen)ra got, ewê jê ra bibêje.
*Ez û Mistefa(Riza Polat)çûn mala Mistefa Kalpak. Li ser mesela temsîliyeta DDKDê
em hinekî pê ra peyivîn.
Ev çend car in Vîldan Tanrikulu li ser navê DDKDê beyanan dide, dikeve civînan.
Ezê zêde nemam, ez rabûm çûm mal, Mistefa ma, got ezê hinekî din bimînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar