11 juni 2022

Li Stockholmê konferansek hêja

 

Îro li Stockholmê li ser xebatên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî konferanseke hêja hebû. Gelek kurd, sazî, weşanxane, nivîskar, rewşenbîr beşdarî konferansê bûn û li ser muhîmiya zimanê dayikê fikrên xwe gotin.

Konferans ji alî Komîteya Pena Kurd a Swêd hatibû amadekirin.

Ji Zanîngeha Fînlandiyayê lêkolîner û akademîsyen Gewran Goyî û mamostê zimanê kurdî Heyder Diljen û Şewket Amîdî li dîasporayê li ser giringîya zimanê dayikê gelek tiştên muhîm gotin. Gewran Goyî û Heyder Diljen ji sîstema perwerdeya Swêdê gelek numûneyên girîng dan û bal kişnandin ser tesîra malbatî û derûdorê li ser zarokan.

Dîsa, nivîskar Dilşa Yûsif, li ser navê Înstutiya Kurdî a Stockholmê Mîrhem Yîgît, xwediyê Weşanxaneya APECê Alî Çîftçî, li ser navê Komeleya Mamosteyên Kurdî mamoste Yusûf Erdem, nivîskar Firat Cewîrî jî li ser xebat û kar û barên xwe peyivîn.


Civîneke baş bû, lê wext pir kin bû, xwezî wext hinekî dirêjtir bûya.


Di konferansê da min akademîyen û lêkolînerê hêja Gewran Goyî nas kir û bi hev ra rismek girt.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE