11 juni 2022

Ahmet Davutoglu nêta Erdogan baş fêm kiriye

Serokê GPê(Partiya Pêşerojê) Ahmet Davutoglu îro li Diyarbekrê li ser serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rastiyek pir xweşik îtîraf kiriye, gotiye:

”Salê tê li Tirkiyê hilbijartin heye. Lê em nizanin hilbijartin ewê kînga çê bibe. Her çiqas hukûmet salê tê îşaret dike jî, lê wek ez her tim dibêjim, li Tirkiyê em nikanin ji du tiştan piştrast bin; yek, ecel ewê kînga were, ya din jî hilbijartin ewê kînga çê bibe ?”

Ahmet Davutoglu,
Erdogan baş nas dike, lema jî nêta wî, tiştê di serê wî da baş fêm kiriye.

Bi rastî jî hetanî Erdogan li ser hukim be ne ewlekariya jiyana kesî heye, ne jî kes zane hilbijartin ewê kînga çê bibe, ya jî ewê çi bibe ya na?

Çimkî Davutoglu wek navê xwe zane Recep Tayyip Erdogan hilbijartineke qezenc neke tu carî çê nake. Ya ewê tim qezenc bike, ya jî hilbijartin, milbijartinan çê nake.

Ahmet Davutoglu ev nêt û hesabê Erdogan sedîsed rat fêm kiriye.
Lema jî gotiye li Tirkiyê kes nizana ecela wî ewê kînga were(hûn viya kînga tiştekî were serî, kînga were kuştin fêm bikin); ya din jî tarîxa hilbijartinê ye, wê jî bêyî Erdogan kes nizane.

Ez tim dibêjim, Erdogan bi hilbijartinê, bi rayan îktîdarê nade kesî, mixalefet ji sedî 80î rayan jî bigire jî Erdogan ewê teşxeleyekê derxîne û îktîdarê nede kesî.

Yanî hesabê wî, plana wî hetanî sax be li ser hukim bimîne, bi çi riyê be hukûmetê nede kesî.
Gerek em kurd tiştekî baş bizanibin, heta Erdogan li ser hukim be kurd ewê tim di devê topêda bin.
Heger Rûsya û Amerîka destûrê bidin berî hilbijartina ewê êrîşî Kurdistana Rojava bikin.

Heger di êrîşê da bi ser kevin û Rojava dagir bikin, ewê rayên wî zede bibin û careke din were ser hukim.

Hger bi ser nekevin jî ewê bibêje herb e, di herbê da hilbijartin çê nabe.
Yanî plana Erdogan li ser dagirkirina Kurdistana Rojava û şerê bi kurdan ra ye.
Ahmet Davutoglu ev nêta Erdogan baş fêm kiriye, lema jî ji hilbijartinan bêhêvî ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE