11 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -146-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-11

*Danê nîvro min Mahmûd Kîper hevdu dît, ciyê kongra Federasyonê ji min ra got. Min jî ji komela Nacka ra, ji Şiyar ra(Harûn Elîaçik) û ji Aramê Riya Azadî ra telefon kir, ciyê kongrê ji wan ra got.
Aram ewê ji hevalên Pêşverû, ji komela kurdên Kurdistana Îranê û ji Yekîtiyê ra bibêje.

Şiyar jî ewê ji Rizgarî ra, ji Roja Welat û ji komela Botkyrkayê ra bibêje. Mumtaz(Nîmet Aydin)jî ewê ji KKDKê ra bibêje.


*Min, Salim Çelîker û Mûrad Ciwan li çayxanê hevdu dît, saet di 18.00a da em bi hev ra çûn mala Mehmet Gemîcî(Rojen Barnas). Me li halê wî pirsî, bîstekê sohbet kir.

XXX

1996-06-11

*Îro maça tirkan û xirwatan hebû, axirê 4-5 deqe mabû maç biqede xirwatan golek avêtin, maç 1-0 qezenc kirin. Xwedê ir tirkan zora wan nbebrin. Heger Tirkiyê qezenc bikira tirkan li Tirkiyê ewê li hemberî kurdan dîsa qiyamet rakirana. Serkeftina li hemberî Xirwatîstanê ewê wek zafereke li hemberî kurdan pîroz bikirana.

*Xwedêgiravî ev du roj in ez ketime tahtîlê. Ne pere heye ne tiştek. Heger perê min hebûya emê biçûna Almanyayê, me yê seriyek bida Metîn. Lê wer xuya ye îsal jî emê nikanibin bi derekê da herin.çavê tunebûnê kor be. Di rojên wiha da ez dixwazim ez zengîn bûma.

XXX

1997-06-11

Şerê nabêna hukûmeta Erbekan û eskeran roj b roj gurrtir dibe. Eskeran îro li ser îrtîcayê birîfîngek dan gelek sawcî û hakiman.

Wezîrê edaletê Şevket Kazan li dij derket lê pere nekir.

Hukûmet nemaye, her tişt ketiye destê eskeran. Îmaja ordiyê jî roj bi roj xera dibe, îtîbar û otorîteya xwe wenda dike. Çimkî şerê esker û hukûmetê pir vekirî tê kirin. Esker jî wek partiyekê siyasetê dikin.

Ez bawer dikim umrê hukûmetê pir pir hefteyek maye. Esker ewê hukûmetê bixînin. Lê dûra ewê çi bibe, kî yê were dewsê ne diyar e. Ez dibêjim belkî esker dîsa dest deyinin ser hukim. Çimkî îro gotin talûkeya herî mezin a li hemberî dewletê  îrtîca ye.

XXX

1999-06-11

Xwedêgiravî li Kosovayê şer rawestiya lê ji alî din ve trajediyeke din dest pê kir. Nuha jî Sirb malên xwe, gundên xwe dişewitînin û qefle bi qefle Kosovayê diterikînin.

Yanî bi vî hawî Kosowa bi tevayî ji Arnawidan(albanan) ra dimîne.
Arnawid piştî trajediyek kin ya sê mehan bûn xwedî welatekî nuh. NATOyê dewleteke din ji arnawidan ra ava kirin.

Yê me kurdan heta nuha sed trajediyên wiha hatine serê me û me sed carî li nufûsa arnawidên Kosowayê şehîd dane lê me dîsa jî tiştek bi dest nexistiye.

Bira bidestxistina mafê netewî li wir bimîne, hîn hebûna me jî nayê qebûlkirin. Qeweta me têr nake em dijmin ji welatê xwe derxin, dunya jî pirr bêbav e, pirr bêbext e, alî me nake, Neteweyên Yekbûyî, dinya li jenosîda me temaşe dike…

XXX
2011-06-11
Celîlê Celîl ji bo kitêbxaneya xwe ji min alîkarî xwestiye.

"Zinarê bira, roj bash. Eve bû demeke dirêj  namenivîsîna navbera me qut bûye. Ez nivîsên te dixûnim û kêfxwesh dibîm.  Bira can, bona pirtûkxana kurdî, ku min vira li Austryaê avakirye, hewil didim kovar, rojname û pirtûkên kurdî bi têr û tijî têda cî bigrin. Pirsa min û hîvya min ji te chîye?
 1.Gelo ji van chapamanya, bi taybetî yên li Swêdê hatine weshandin, tishtek cem te para pirtûkxana me têda heye? Belkî hine tisht du nusxane, hine tisht tu dixwazî jê xilas bî, hw... 2.Rojnama "Armanc " ber dilê min shîrin bûye. Hine hijmar bal min hene. gelo girêdana hemû hijmara bal te, yan bal hevala qet tune?
3.Kovarên ku li Swêdê chap bûne gele hijmar ji wana cem min kêmin, gelo tu dikarî alî min bikî ez wana kamil bikin?
Bona shandinê, xema wê ez hiltînim ser xwe.
Biraê te Celîlê Celîl

XXX

2011-06-25

Kekê Celîl, dostê giranbuha û hêja, bi vê silava te ya wek mizgîneke xêrê ez pir kêfxweş û dilşa bûm.
Mamoste, li ba min gelek kovar, rojname û belavokên kurdan yên bi kurdî û tirkî hene. Gelekên wan jî orjînal in û li piyasê tunene. Bêyî wê, gelek kitêbên min jî hene. Hemû kitêbxaneya min di emrê te da ye.
Demakê min hinek dan Nedîm Kitêbxaneya Kurtdî ya Swêd. Lê dîsa jî li ba min tê ra te hene. Hema were mal te çi xwest destê te ji te ra rahêjê û bibe..
Ya jî yekî bişîne.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE