10 juni 2022

Li ser mesela Mustafa Cecelî

Ji ber ku hin kurdên Kurdistana Başûr dengbêjê tirk Mustafa Cecelî birine Kurdistanê û pêşek pere danê, gelek kes pir hêrs dibin, dibêjin yên Cecelî birine Kurdistanê û yên li wî gudarî kirine çawa kurd in?

Ma meriv yekî wek Mustafa Cecelî bi helahop dibe Kurdistanê û lê gudarî dike?

Li ser vê meselê gelek tişt tên gotin, gelek rexne tên kirin.

Bi bawriya min kesên dengbêjin tirk dibin Kurdistanê û bi heyranî li muzîka tirkî gudarî dikin, tirkan dijmin û dagirkerên welatê xwe nabînin. Ji me bêtir ji tirkan, ji zimanê tirkî , ji Tirkiyê û ji muzîka tirkî hez dikin.

Heger ne wer bûya Mustafa Cecelî nedibirin Kurdistanê û bi heyraniyeke mezin lê gudarî nedikirn.

Erê em û ew ji qewme kî ne, lê hestên me û wan ne wek hev e, kesên Cecelî birine û yên bi dilxweşî lê gudarî dikin kurdên bakur ji xwe nahesibînin, kurdên bakur wek bela serê xwe dibînin.
Ji bo kurdên beşên din jî ew eynî tiştî difikirin. Helbet kurdên başûr giş wiha nafikirin, lê yên Cecelî birine û yên bi heyranî lê gudarî dikin wisa difikrin.
Erê ew jî kurd in lê xwe ji me hesab nakin, dijminên me, hukûmeta Tirkiyê dijminên xwe nabînin.

Di her fersendê da dixwazin nîşanî tirkan bidin ew ne ji me ne, ew xwe ji me nahesibînin û lema dixwazin bi dost û hevalên tirkan bin; dixwazin li Tirkiyê bijîn, zimanê tirkî fêr bibin û bibin hemwelatiyên Tirkiyiyê, yanî bibin tirk. Ji kurdên başûr jimareke pir mezin wiha difikirin, lema jî li Tirkiyê bi cî dibin, dibin hemwelatiyên Tirkiyê.

Kurdên Kurdistana Bakur gerek êdî vê rastiyê bibînin û li gorî wê hereket bikin. 

Gelek Kurdên başûr me ji xwe nahesibînin, rojava, rojhilat û bakurê Kurdistanê jî wek erdê ji dest çûye dibînin. Ji bo wan Kurdistan tenê başûr e.

Helbet kurdên başûr hemû ne wiha ne, lê bi hezaran wiha difikrin, lema tu carî bi çavê dijmin li tirk û farisan nanêrin. Ilim jî ji tirkan û Tirkiyê û zimanê tirkî pir hez dikin. Zilma tirk li me û li wan dikin wan qet naêşîne. Îro rewş wiha ye, lê sibe kane biguhere. Ew tiştekî din e.

Ma li Kurdistana me bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd nebûne tirk, bi dewletê ra şerê qewmê xwe nakin?

Ma kurdên ji dagirkirina Efrînê û Serêkaniyê ra li çepikan xistin û nuha jî li çepikan dixin tunene?

Ma bi hezaran kurdên nuha piştgiriyê didin êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Rojava tunene?

Kurdên Mustafa Cecelî birine Kurdistanê û bi heyranî li muzîka wî guhdarî dikin ew jî wek van kurdên me yên hevalên dijmin in, erê bi eslê xwe kurd in, lê xwe ji me nahesibînin, Cecelî û tirkan ji me bêtir nêzî xwe, dostên xwe dibînin. 

Lema di rojeke wiha da Mustafa Cecelî dibin Kurdistanê û bi hezaran lê gudarî dikin.

Bi eslê xwe kurd be jî kes bi zorê nabe dilşewatê meriv, organîzatorên Cecelî, guhdarîn wî ji me bêtir ji wî û ji tirkan hez dikin, viya êdî bibînin !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE