Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-06.22
Evdirezaq Rezaq Feylî) dawetnameya şeva Yekîtiyê da min, em wek partî
dawetî şevê kir.
Min haya Heyder(Heyder Diljen) jî gîhandê, min got Yekîtiyê em dawetî şeva xwe kirine. Me got dibê em
herin şevê û mesajekê jî bidin wan. Lê me negot kî yê mesajê binivîsîne. Ezê mesajeke kin binivîsînim.
XXX
1997-06-22
Îro min kitêba Dr. Nacî Kutlay a dawî ”Kurt kimligi oluşumu surecî/Merheleya
çêbûna nasnameya kurdî” kirî. Min kitêb girt û navê xwe li ser nivîsî. Gava min
xwest perê wê bidim got 150 kron e. Baş bû di bêrîka min da hewqas pere hebû,
nexwe di nav xelkê da ezê mahcûb bibama.
Navê kitêbê balkêş e, naveroka wê jî wek navê wê balkêş be. Dibê meriv qebûl
bike Tuxtor merivekî jêhatî ye, tim bi tiştekî mijûl e, tim karekî dike. Ez vî
aliyê kekê Nacî pir teqdîr dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar