21 juni 2022

Îro rastî hin tiştên pir hêja hatim

 

Îro di embarê da bi tesadufî ez rastî çar defterên bîranînên xwe hatim. Fena ku ez rastî xezîneyekê werim Notên sala 1986, 1987, 1988, 1989a ne.

Berê ez rastî notên 1985, 1996, 1997, 2000, 2001, 2002a hatibûm û ev 156 roj in ez wan belav dikim. Nuha ev sal jî ewê li wan zêde bibin.

Qet nedihat bîra min, min hewqas sal hin rojan not girtibûn. Hafiza min zeîf bûye.

Notên rojên borî ezê li yên berê zêde bikim û yên din jî ezê roj bi roj di bloga xwe da belav bikim.

XXX

Biraziyê min Firat îro bû mîvanê me. Li Goteborgê dimîne.
Do telefonî min kir, got ezê sibe ji bo karekî werim Stockholmê.

Min jî rabû haziriya xwe kir, min got me îsal hîn goşt nebiraştiye, emê îro manqila xwe dadin. Bi xêra wî emê jî çêniyek goştê biraştî bixwin.

Danê nîvro hat, min got ji bo îzxarê(girîlê) her tiştê me hazir e, danê êvarî ezê dest pê bikim.

Got karekî min heye, dibê ez saet di 15.00a da herim.
Lema goştê me ma ji me ra, wî nexwar, me xêra wî têr xwar.
Min hinek jî da cîranê xwe yê swêdî. Cîranê me camêrekî hêja ye. Pir memnûn bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE