21 juni 2022

Tirk dibêjin Swêd hin soz dane me

Do li Brukselê civîna Tirkiyê, Fînladiyayê û Swêdê hebû. Civînê 5-6 saetan ajotiye. Tirkiye li dijî endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê ye.

Tirk dibêjin Fînlandiya û Swêd bûye hêlîna terorîstên PKKê, PYDê û Gulen. Lema jî Tirkiyê li dijî endametiya wan e, weto danîye ser wan.

Fînladiya û Swêd li ber Erdogan digerin, dixwazin wî îqna bikin ji bo ku wetoya xwe rakin.

Piştî civînê berdevkê serokê Erdogan, Îbrahîm Kalin ji civînê memnûn maye, gotiye, ”Swêd ewê li hemberî PKKê bi lez hin gavan bavêje. Di 1ê temûzê da ewê li dijî terorê qanûnek nuh derxin…”
Ev qûnûn berê derketiye, di 1ê temûzê da ewê têkeve praktîkê, yanî ne tiştekî nuh e. Naveroka wê jî ne diyar e.
Lê Swêd kane hin sozên ne girêdayî qanûnan bide Tirkiyê, ev mimkûn e.

”Qanûna li dijî terorê” tirkan wek qanûna li dijî kurdan fêm dikin. Miheqeq heyeta Swêd jî wer gotiye.

Heger tiştê Îbrahîm Kalin gotiye rast be ji bo Swêd sosireteke pir mezin e; Swêd soz daye Tirkiyê ewê qanûneke li dijî kurdan derxe, ji nuha û pê da ewê nehêlin kurd li dijî Erdogan tiştekî bikin, Tirkiyê protesto bikin.

Ez bawer dikim Tirkiye li ser kurdan ji Swêd çi bixwaze ewê emir û daxwaza Tirkiyê herf bi herf bi cî bînin.

Belkî komeleyên kurdan gişan bigrin û bi hin qal û qîlan meş protestoyên li dijî Erdogan û Tirkiyê jî li kurdan qedexe bikin.

Yanî tiştekî wiha ji sosyaldemokratan tê, berî hilbijartinê kanin bikin. Ez ji hukûmeta sosyaldemokratan hinekî piştkul im.

Piştî qanûn ket praktîkê emê bibînin çiqasî li dijî kurda ye, çiqasî qanûneke gelemperî, bi rastî jî li dijî terorîstan e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE