21 juni 2022

Havîn xweş e lê kar jî ne rehet e !

 

Havîn xweş e, lê bi hatina havînê ra karê min pir, barê min giran dibe.

Dibê ez gîha hewşê biçinim, darên(deviyên)dora hewşê bibirim, gul û kulîlkên nuh biçînim, ber yên kevn berkol bikim û axa wan biguherim.

Yanî havîn xweş e, lê karê hewşê jî ne rehet e.
Ji do da ye ez van karan bi dor dikim.

Min darên dora hewşê birrîn, dûzaneke baş da wan, nuha meriv kane bi zewq lê binêre. Hin kulîlkên nuh çandin. lê bi Xwedê dawiya kar nayê...


Berê ser wan bûbû wek porrê dînan. Darên(deviyên)dora hewşê dema di wextê da neyên birrîn xweş xuya nakin, dibê meriv bibirre ji bo ku xweşik xuya bike.



Jiyana di xaniyê bi hewş da xweş e, lê jê ra kar lazim e, îcar dema meriv kal(extiyr)dibe ev kar zahmet dibe. Hîn jî ez xwe kal hîs nakim, beden kal bûbe jî dilê bêar hînî ciwan e…

XXX

Havîn hat xwendevanên bloga min "Hindik-Rindik" kêm bûn. Berê rojê tim bi sedan bûn, hin rojan hezar jî derbas dikir, dibû 2-3 hezar. Lê ev çend roj in bi zorê bi ser 100î dikeve, di bin 200î ra ye.

Ya ez tiştê balkêş nanivîsim, ya jî sebeb ne ez im, havîn e. Hêvî dikim sebebê vê tîraja kêm ne bêkalîtetiya nivîsan be, havîn be.

Kurd jî êdî fêr bûne tahtîlê dikin, diçin digerin.

Zemên em jî guhertin, êdî em kurd jî havînan dikevin kercala tahtîlê û heger qeweta me hebe berê xwe didin welatekî, ber deryayekê. Ê li ber peravên deryayê jî helbet bloga Zinarê Xamo nayê xwendin...

XXX


Ya bi emrê qeyûmê Êlihê(Batmanê)ya jî çeteyên dewletê peykerê seyda Cegexwîn bi rengekî namerdane rakirine. Dewleta tirk neyarê her tiştê me ye, neyarekî pir namerd e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE