21 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -156-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-21

Piştî nîvro ez çûm mala Seîd(Sadedin Mele). Ez dawet kiribûm. Bavê Nazê û Kerîm Sincarî jî li bûn. Dûra Mûrad Ciwan û xanima xwe jî hatin. Yek jî ji Upsallayê hat. Ez wî nas nakim.
Dostên Seîd pir in, gelek kesan nas dike.

Seîd ji min ra gotibû Mûradê were, lê qala hatina Kerîm Sincarî nekir. Nabêna min û Kerîm Sincarî baş e. Di nav başûriyên (kurmancên) min nas kirine merivê herî jîr û siyasî ye. Têra xwe jî zana ye.

Bi texmîna min li ser bûyera herdu Seîdan jî gelek tiştan zane lê napeyive.
Em derketin derve, me goşt biraşt. Rojek xweş bû, me xwar, vexwar û bîstekê sohbet û laqirdî kir.

XXX
1986-06-21
Husên Yoldaş, Mihemedê Hekarî û Rojvan Yeşîl mîvanê me bûn. Me bîstekê sohbet kir.

XXX
1987-06-21
Radyo û telewîzyona Swêd di xeberên xwe da got li gundekî Mêrdînê PKKê 31 kes kuştine, ji wan 14 zarok in.
Ez bawer nakim PKK be, ev wahşet îşê dewletê ye. Tiştê hatiye serê kurdan neyê serê kevir û kuşikan. 

XXX
2020-06-21

Ji Mehmet Salih Bedirxan ra
Salihê delal, çima tu bi nivîsa min dilîzî û li ser navê xwe belav dikî. Ne xweş e, wisa neke. Ev ne exlaqekî baş e. "Çavê tirkan kê bibire bela xwe tê dide, çavsoriyê lê dike, xûgiyê jê dixwaze. Çimkî kara xwe di berdûşiyê, lûmpenê, çeqeliyê da dîtine, çi kirine ji wan ra maye. Hatay, Qibris, Kurdistan dagir kirin ji wan ra ma. Nuha jî li Sûriyê, li Îraqê, li Lîbyayê hinek erdê din dixwazin. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kirine, dixwazin li başûr jî hin deran îlhaq bikin."

Ev nivîsa min e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar