20 juni 2022

Birînên dil meriv zû îxtîyar dike

Hin însan wek zeytê ne, tim bi ser avê dikevin. Ji bo ku hûn tiştekî têxin serê wan, ya jî neheqiya wan pê bidin qebûlkirin qet xwe newestînin.
Minaqaşa bi kesên serhişk ra hewildaneke belasebeb e. Qet xwe newestînin. Westa we ewê ji we ra bimîne.
Kes nikane avê bi ser zeytê xe.

XXX

Gelek kurd li zulma li xwişk û birayên wan tê kirin sêr û temaşe dikin, di dilê xwe da dibêjin çi ji min ra, ez di rehetiyê da me.

Lê dibê ew ji bîr nekin rojekê dor ewê were wan jî, dewleta dagirker rojekê wek mar ewê xwe li hustuyê wan jî bipiçikîne, ewê bi wan jî vede. Rehetiya îro ewê ji wan ra jî nemîne.

Bêdengiya li hemberî zulma dijmin bêesaletî ye, bêşexsîyetiye.

XXX

Carnan însan bêsebeb dilê meriv ji xwe dihêlin, fena ku yê neheq tu bî te sûcdar dikin.
Tu ne neheq bî jî ew li ba xwe te neheq dibîne.
Însan carnan neheq in lê xwe biheq dibînin. Jiyan bê gelş, bê neheqî nabe. Dibê meriv bînfire be.

XXX

Gotineke japoniyan heye, ”Heger ne ya te ye megre. Heger ne dirist e meke. Heger ne rast e mebêje. Heger tu nizanî devê xwe bigre, mepeyive.”

Miletên xwediyên vê felsefê bi pêş ketine, di nav refahê da dijîn. Miletên din jî paşdamayî û perîşan in.

XXX

Rast e umir meriv îxtîyar(kal û pîr) dike. Lê ji umir bêtir û xerabtir birînên di dil da vedibin, nêm û elemê digrin esas ew meriv îxtiyar dike, ji pî û bask da dixe.

Şûşa dil carê bişkiyê hew dicebire.

XXX

Şîret û temiyeke xweş heye, dibêje; nebî nebî, dema tu xemgîn î bersîvê mede, dema tu bextewar î sozê mede, dema tu hêrsbûyî ye biryarê mede.

Xwezî meriv kanîbûya ev şîret hertim bi cî baniya.

 

XXX

-Yê hema çi were devê wî bibêje gerek xwe ji bersîva digre jî aciz neke.

///Mewlane

Şîreteke baş e. Lê kurmê şîrî heta pîrî jî heye. Dêla kûçik tu carî rast nabe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE