Li gorristana Botvîdê li ser gorra Abid Gurser
Ji bo min xatirxwestineke pir zor bû, min texmîn nedikir ezê hewqasî zû xatir jê bixwazim. Nexweşiya bêbext pê ra bêbextî kir û ew pir zû ji me stend.
Piştî merasima cenaze û gorrkirinê, li Folketshusa Hallundayê(li mala xelkê)nanê şînê hatin dayin. Şînê saet ji 13.00a hetanî 18.00a dom kir.Hin heval, nas û dostên wî, hezkiriyên wî di şînê da li ser şexsîyet û micadela Abid peyivîn, qala hin serpêhatî û bîranînên xwe yên pê ra kirin.
Wek hevalekî wî yê salan min jî li ser şexsîyeta wî axaftinek kin kir, çend peyv gotin.
Abid Gurses dostekî min ê li ber dilê min pir ezîz bû, mej i hev, ji sohbeta hev, ji fikrên hev hez dikir.
Abid yek ji wan dost û hevalên min bû dema bîna min teng dibû û min dixwest yekî ra rûnim, min telefonî Abid dikir û hevdu didît. Nuha ew ew îmkan jî ji dest min çû.
Hîn ne wexta mirina Evdo bû, hîn gelkî zû bû. Lê çi heyf mirin carnan bêedaletiyên wiha dike.
Bi vê wefata zû ne malbata wî tenê, bi sedan nas, dost û hevalên jî xemgîn bûn, li ser gorra wî hêsir barandin.
Xwedê sebrê bide malbat û zarokên wî. Evdo bi navê xwe, bi xebat û tarîxa xwe ewê tim di dilê me da bijî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar