23 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -158-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-06-23

Ez çûm komelê, min nivîsên kovara Pêşengê ji Uzêr Al ra xwend. Ji bo nivîs zû werin nivîsîn yek dixwîne, yek dinivîsîne.

Ya na kar pir hêdî dimeşe. Lema hevalek nivîsan dixwîne, yek jî dinivîsîne.
Kî zû dinivîse em wî didin ber textîloyê. Carnan ez jî dinivîsînim lê ez pir hêdî dinivîsînim.
Di nav me da yê herî zû dinivîsîne Elîşêr e(Zîya Avcî).

 XXX

1996-06-23

Partiya Sosyalîst ya nu hava bûye îro civînek çêkir. Mahmûd Kîper li ser navê partiyê peyivî.

Mahmûd di axaftina xwe da û bi tên got ne serketî bû, tu hêvî û bawerî neda min. Li ser navê partiyê ji dêlî Mahmûd yekî din bipeyiviya ji bo wan ewê gelkî baştir ba.

Di dawiya civînê da min ji Mahmûd ra got di axaftina xwe da tu ne serketî bû.

Israra di sosyalîstiyê da hevalên me şaşiyek mezin dikin, sosyalîzim ne li gorî me ye, bi îdeolojiya sosyalîst em nikanin kurdan bînin ba hev. Lê gelek kesan ev mesele kirine wek meseleyek û xurûr û mêraniyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar