23 juni 2022

Serokê NATOyê Jens Stoltenberg dîsa wek berdevkê Erdogan peyivîye

Serokê NATOyê Jens Stoltenberg dîsa wek Erdogan û Çavuşoglu peyivîye, dîsa gotiye ”tu dewletê bi qasî Tirkiyê ji terorê zirar nedîtiye”!

Helbet ev îdîa Stoltenberg ji kok da vir e, Tirkiyê misqalek jî ji terorê zirar nedîtiye, yên ji terorê zirar dîtine û hatine kuştin kurd in.

Li ser dijayetiya Tirkyê ya endametiya Fînlandê û Swêdê ya NATOyê Stoltenberg gotiye, ”Endîşeyên Tirkiyê meşrû ye.

Çimkî bêyî Tirkiyê tu welatekî endamê NATOyê ji terorê hewqasî nekişandiye.”

Ev îdîa Jens Stoltenberg ji kok da vir e, Stoltenberg vê vira xwe jî tim dubare dike.

Stoltenberg her cara qala Tirkiyê dike ji serokê NATOyê bêtir, wek wezîrê karên derve yê Tirkiyê dipeyive. Tim Tirkiyê mexdûrê terorê nîşan dide.

Dinya alem giş zane Tirkiye li pişt Daîşê û gelek terorîstên îslamî ne. Tirkiye bûye wek hêlîna terorîstên îslamî.

Hêzên Amerîkayê serokê Daîşê El Bexdadî û yê ket dewsa wî di himêza artêşa Tirkiyê da kuştin. Hîn do bû Amerîkayê serokekî Daîşê ji nav lepê artêşa Tirkiyê revand.

Bi hezaran serokên terorîstên îslamî li Tirkiyê bi cî bûne, Tirkiye bûye mal û şargeya terorîstên îslamî.
Tirkiyê ji terorîstên Daîşê artêşek çêkiriye û li Sûriyê û li Kurdistana Rojava bi vê artêşê şerê kurdan û Sûriyê dike.

Stoltenberg bi vê rastiyê baş zane, lê dîsa jî wek berdevkê Erdogan dipeyive.

Wer xuya dike serokê NATOyê Stoltenberg, Daîşê û terorîstên îslamî yên di bin destê Tirkiyê da ne terorîst nabîne, kurdan, liberxwedana kurdan wek terorîzmê dibîne.

Yanî bi terorê qesta Stoltenberg ne Daîş û terorîstên îslamî ne, kurd in, liberxwedana kurda ye.

Ev beyanên Jens Stoltenberg pir anormal in, ne normal e serokê NATOyê hewqasî terefgîr bipeyive, welatekî wek Tirkiyê, serokekî wek Erdogan hewqasî biparêze.

Di nav endamên NATOyê da tu kes wek Stoltenberg berdevkiya Erdogan û Tirkiyê nake.
Ev ne normal e, dibê hin rojnamevan dest bavêjin vê meselê, hinekî bikolin.

Ji bo çi serokê NATOyê Stoltenberg hertim wek berdevkekî Tirkiyê dipeyive?

Gelo tu têkiliyên Stoltenberg yên şexsî, aborî bi Tirkiyê ra heye ya na?

Ez bawer nakim Jens Stoltenberg belaş vê abûqatiyê ji Erdogan û Tirkiyê ra dike, miheqeq tiştekî, têkiliyeke dibe sebebê vê abûqatiya wî heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE