Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-24
*Rezaq Feylî ewê îro danê nîvro li qahwexana yûnanîyan
dawetiya şeva Yekîtiyê bida min, ez gelkî li bende mam nehat. Ya ji bîr kir, ya
jî gelşek derket.
*Min û Heyder(Heyder Diljen) li komelê hevdu dît, ewê here Danîmarkayê. Em bi hev ra heta saet
10ê şevê gerîyan. Saet di 22.30î da min ew rêwî kir. Ji min ra got tu
pêşniyarên te ji bo civînê hebin bibêje.
Min got dibê hûn hevalên wir li ser Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep)biryarekê bigrin.
Û bi hev nekevin, hevdu îqna bikin. Ev yek gelkî muhîm e. Ji ber ku perçebûneke
din ewê partiyê biqedîne.
*Îro di rojnameyan da xeberek li ser kuştina xortekî kurd
heye. Xortekî 27 salî ye, ji Kurdistana Başûr e. Li Solnayê di oda wî da kuştî dîtine.
Rojname li ser sebebê kuûtinê tiştekî nabêjin, qatil jî nehatiye girtin.
XXX
1986-06-24
Me îro civîna Berbangê çêkir. Mueyid Teyib got ezê heta meha
8a bixebitim dûra dev jê berdim. Got Henefî Celeplî midaxeleyî nivîsa Bavê Nazê
kiriye, bi vî hawî ez kar nakim. Daxwaza civîneke bi Komîteya Karger ra kir.
Got dibê bêyî endamên redaksîyonê tu kesekî din têkilî nivîsên Berbangê nebe.
Nivîsa ji redaksîyonê derbas bûbe dibê bi wî hawî were nivîsîn.
Min got rast e û ev yek daxwaza min e jî. Min got dibê Henefî ya jî ji Komîteya
Karger tu kes nebe serokê redaksîyona Berbangê.
Me biryar da em wek redaksîyona Berbangê bi Komîta Karger ra civînekê cêkin û
şertên xwe ji wan ra bibêjin. Min nivîs li hev par kirin. Mueyid got hetanî
biryar eşkere nebe ez wezîfê nagirim. Civînê 4 saetan ajot, serê min êşiya, ez
gêj bûm.
2001-06-24
Merheba!
M. Emîn, birayê delal, ev demeke deng ji te dernakeve. Min
meraq kir, geleo malpera te di çi halî da ye?
Te qedand ya na? Çimkî min soz dabû te ku ezê alîkariya te bikim.
Berî her tiştî ez naxwazim bibim merivekî ne xwediyê soza xwe. Gelo tu hewce nabînî
naşînî ya jî tiştekî tu bişînî nemaye ya jî hin hevalên din alîkariya we dikin
ew tiştekî din e. Lê bira ji alî min da tiştek neyê bîra te, ez hertim amade
me.
Çimkî do Enwer Karahan ji min ra got, me malpera Dêrikê qedand. Min wiha fêm
kir Enwer alîkariya we dikie. Tiştekî baş e. Ji ber ku ya girîng karê we bimeşe
û tiştê hûn dikin bê çewtî û paqij be.
Wekî din, min lê mêze kiriye yan jî hevalekî din ew qet ne girîng e. Ev aliyekî
meselê.
Ji aliyekî din ve jî di esasê xwe da tiştê te ji min ra şandin hema hema ne
heweceyî alîkariyê bûn, dikanîbûn bi wî hawê xwe jî bihatana weşandin.
Yanî di vî warî da tu û hevalên bi te ra vî karî dikin ji tu
"nivîskarî", ji min û ji kesên ku xwe zane dihesibînin ne kêmtir in.
Carê divê hûn viya baş bizanibin. Û ez viya jî sirf ji bo dilê te xweş bikim
nabêjim. Bi rastî jî wiha ye. Ferq, hûn di karê xwe da mutewazî ne, lê kesên li
Ewrûpayê jî quretiyan dikin.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2001-06-24
Birayê M.Emîn, gelek spas ji bo bersîva te. Ez kêfxweş bûm
ku malpera te li ber qedandinê ye.
Te pirs kiriye, gotiye gelo di kitêba min ya bi navê
"hindik- rindik" da tu pêkenînên li ser Dêrikiyan hene ya na?
Ez bawer dikim ewê çend heb hebin.
Kitêb di malpera min da ye. Ji xwe ra lê binêre, tu dixwwazî hemûyê kitêbê yan
jî ew pêkenînên kêfa te ji wan ra tê jê bigre û di malpera xwe da biweşîne.
Yanî ji alî min da tu gelş tuneye, tu dikanî wek malê xwe bi kar bînî. Lê esas
her Dêrikiyek bi serê xwe kitêbeke pêkenînê ye, hema her roj bi çend heban ra
bipeyive û bersîv û gotinên wan wek pêkenîn têxe malpera xwe.
Ez bawer dikim ewê tiştekî pir xweş jê derkeve. Dibê nuha jî çend hebên wek
Qadê Ela hebin, ku tunebin tiştekî pir xerîb e.
Henek li alî kî, lê heger tiştên Kurdan û herêmî bin ewê
gelkî baştir be. Dibê meriv tiştên wiha bicivîne. Xebatek wiha ewê him orjînal
be û him jî bibe xizmetek ji bo mîzaha Kurdî.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar