Ji ber ku wexteke dûr û dirêj e em bindest in, diçin dibistan û zanîngehên xelkê, lema jî zimanê me pir xera bûye, ji xiloxwariya deve jî xerabtir bûye.
Di medyaya sosyal da bala xwe bidin nivîsên kurdên rojava,
bakur û başûr, hûnê bibînin kurmancî ji gêrmiya gavanan jî xerabtir bûye.
Hin nivîskarên rojavayê Kurdistanê xwedêgiravî bi kurmancî dinivîsin, lê bawer bikin ji bo ku meriv nivîsên wan fêm bike dibê meriv fîlolog be.
Do min nivîsa yekî binxetî xwend, erê peyv kurmancî bûn, lê qalib, cumle ne kurmancî bûn.Kurmanciya gelek kurdên rojava pir xera bûye, meriv jê
fêm nake.
Ez kurdên rojhilat nizanim lê kurmanciya kurdên başûr, bakur û rojava pir xera
bûye. Bi qasî ez dibînim ya herî pir xera bûye kurmanciya kurdên rojava ye. Lê
kurmanciya efrîniyan û kobaniyan ji ya kurdên din gelkî paqijtir maye, erebî
pir kêm tesîr lê kiriye.
Lê kurmanciya gelek nivîskar û kurdên bakur û başûr jî pir
xera bûye, ji bo ku meriv nivîsên wan baş fêm bike dibê meriv erebî û tirkî
bizanibe. Tu têkiliya hevoksaziya zimanê wan bi kurmancî tune. Gotin kurmancî
bin jî gava sentaks ne ya kurmancî be tiştek nayê fêmkirin.
Lê helbet kes ji kêfa xwe, ya jî ji qestî wiha nake. Wek min
li jor got, sebeb bindestiya salan e, bindestiya salan zimanê me ji zimanê
etarên rişmilî jî xerabtir kiriye. Ev yek jî bi gotinê, bi rexnekirinê rast nabe, gerek însan bi xwe li ser bixebite.
Bêguman zimanê her nivîskarî, her siyasetmedarî, her kesî ne
wiha ye, lê zimanê piraniya me ji bedena deve ya xiloxwarî xerabtir bûye. Rastkirin pir zor e. Û her ku here ewê xerabtir bibe. Çimkî însan bi tirkî û erebî difikirin û bi kurmancî dinnivîsin. Wê demê ziman ne kurmancî ye, ne tirkî û erebî ye, tiştekî tevlihev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar