Stockholm dikele, 26 derece germ e, ez û xanim me xwe dayê ber siya xênî, em li ser taliya umrê xwe, li ser rojên pêş dipeyivin, pilanekê çê dikin, yekê xera dikin.
Em xênî difroşin. Em deynê xwe yê bankê didin. Em ji vir bar dikin. Em li dereke xweş ji xwe
ra xaniyekî extîyaran (teqawidan, xaneşînan) kirê dikin.
Em tu xanî-maniyan nakirin. Xanî buha ne, hewqas perê me tune ye.
Emê xaniyekî bi kirê ji xwe ra bibînin
Em diherin li Kurdistanê digerin, gelek derên me nedîtine dibînin.
Em li Kurdistanê û li dinyayê digerin.
Xeyal belaş e.
Lema em gelek xeyalan li bin guhên hev dixin.
Wê rojê min ji xwendevanên xwe gazin kir, min got havîn hat xwendevanên bloga min kêm bûn.
Havînê cangiranî û tembelî bi xwe ra anî.
Nuha ez dibînim cangiranî û tembeliyê xwe li bedana min jî pêçaye, ez jî di xwe ra nabînim bixwînim û binivîsînim.
Min dest bi xwendina kitêba Gulistan Kavak xanimê ”Analfabetîsmê” kiriye, kitêbeke pir balkêş e, lê pir hêdî dihere. Bi xêr ez biqedînim ezê çend gotinan li ser bibêjim. Nuha ez wer difikirim.
Min dît germîyan nayê kişandin, dibê ez karekî bikim.
Min çû felqak zebeş û hinek mêwe kirîn û hatim.
Nuha li hewşê em di bin terasê da rûniştine.
Me qahwa xwe vexwar, zebeşê xwe bi ser da xwar.
Li dinyayê edalet tune ye, nuha gelek kurd di vê qijala rojê da li derve dixebitin.
Laşê min sisto-pisto bûye, di xwe ra nabînin dest bavêjim tu karî. Havîn wiha ye, meriv tembel û cangiran dike.
Havîneke din jî li xerîbîstanê hat. Dîsa ji te dûr im. Dîsa hesreta
te min dixe xem û xeyalan. Xwe digihînim te, hesreta dilê xwe dişkînim û te têr
dibînim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar