Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-25
Hemîd Newroz bûye sekreterê Federasyonê. Bi şev min telefonî
wî kir, ew pîroz kir. Kêfxweş bû, got ji bo Berbangê min Ferhad Şakelî pêşniyar
kiriye.
Min got wele te tiştekî na baş kiriye. Ferhad Şakelî merivekî maoîst û antî
Sovyet e û di fikrên xwe da jî pir sekter e. Xebata pê ra zahmet e.
Hemîd got ez bawer nakim hîn jî maoîst e. Heger qebûl bike ji bo Bernangê ewê
baş be.
Min got ez hinekî bi şik im…
XXX
1996-06-25
Do di konga HADEPê da ala tirk daxistin û rismê Apo û ala PKKê hildan dewsa ala
tirk.
Ji do da ye medyaya tirk qiyamet rakiriye. Serokên partiyan, rojname,
telewîzyon giş bûne Emîn Çolaşan, agir ji devên wan dibare. Milet tahrîk dikin.
Li her dera Tirkiyê li hemberî kurdan terorek mezin dest pê kiriye. Li çend
ciya meşên li dijî kurdan çêkirin, li hin deran êrîşî kurdan kirin.
Li Îzmîrê bombe avêtin avahiya HADEPê, yek birîndar bû. Piştî kongrê wasiteyeke
nûnerên HADEPê bi rê da gulebaran kirin, 3 kes kuştin, yek jî giran birîndar e.
Ji hukûmetê ra lê hatiye, heta jê tê vê meselê mezin dike. Belkî jî ajanên wan
bi xwe ev provakasyon kiribe.
XXX
1997-06-25
Îro li ciyê kar tiştekî pir ecêb hat serê min. Min posta ji
me ra hatibû bi makînê vedikir û mohr dikir. Mektûbeke zirfeke biçûk lê pir
qaland bala min kişand. Dema min vekir bavo çi bibînim, desteyek pereyên 1000
kronî di nav da ye!
Min jimart, tam 40 heb hezar kron bû. Mektûb ji
”Forsakringskassanê(ciyê karê
min)ra hatibû şandin. Li ser perçak kaxetek qilêrokî nivîsî bû:
”We sal û nîvekê bi zor ez nexweş xistim, a ji w era perê we serê we bixwe!”
Nivîs pir xerab, xwaro maro bû. Diyar bû yekî nexweş, yekî dîn nivîsîye. Lê ne
nav, ne paşnav, ne îmze , ne jî edres ya jî numra telefonê li ser hebû. Min
kanîbû pere têkira bêrîka xwe.
Lê ûjdanê min qebûl nekir ez bêexlaqiyeke wiha
bikim. Heger min ew pere têkira bêrîka xwe heta mirinê ew diziya min ewê ji
bîra min neçûya, minê tu ca<rî xwe wek merivekî diris û paqij nedîta. Minê
tu carî nikanîbûya qala diristiyê û exlaqpakiyê bikira.
40 hezar kron perakî pir bû, destê min jî pir teng bû, emê biçûna Almanyayê
perê me têrê nedikir.
Şansê wî hebû li postexanê bala kesî
nekişandibû, hat gihîşt destê min.
Min pere kir bêrîka xwe û çûm ba şefa xwe Ulla Hall. Min got Ulla, min 40 hezar
kron li erdê dîtiye. Keniya got belkî ez heneka dikim. Min desteyê pera dirêj
kirê. Jinik veciniqî, nizanîbû mesele çi ye, çi pere ye?
Min mesele jê ra got. Jinik matmayî ma.
Xanimek din li ba wê bû, got Zinar, dema ez tenê bûm tu bihata, me yê li hev
par bikira.
Min got na, dibê hûn xwediyê vî pereyî bibînin. Wer xuya ye yekî nexweş e, çi
perê wî hebûye ji me ra şandiye.
Pere girt, got emê lê bigerin. Dûra ji min ra got me dît, me perê wî dayê, yekî
nexweş e, ne li ser hişê xwe ye.
XXX
Ji Naîle Aras xanimê ra
2001-06-25
Merheba Naîle xanim!
Min nivîsa te ya bi sernivîsa "bonsay ve bîz"
xwend. Ji tespît û tahlîlên te ra gelkî kêfa min hat. Loma jî min xwest bi vê
nameyê te pîroz bikim.
Bi taybetî jî netîca ku te di dawiya nivîsa xwe da derxistiye, yanî "êdî
dereng e", hûn nikanin kurdan asîmîle bikin, tahlîleke pir rast e.
Kurd êdî ne şitleke ziravik in ku dewleta tirk bikanibe wê ji kok da hilkişîne.
Kurd bi ziman, kultur û bi taybetî jî bi hêza xwe ya siyasî bûne wek dareke
çinarê. Û hêza mirovan jî nagihîje rakirina dara çinarê.
Ji ber ku di nav vê mij û dûmana bêhêvîtiya demî da te ev
netîce dîtiye ez careke din te pîroz dikim. Çimkî di siyasetê da dûrbînî şertekî
serkeftinê yê girîng e.
Çi heyf ku gelek siyasetmedarên me yên bi nav û deng ji dêlî ku ew jî wek te vê
netîceyê bibînin û li gor vê xebata xwe tanzîm bikin, radibin wek kundê kor bi şev
û roj bêhêvîtiyê belav dikin, dibêjin ev xwîna di nav van bîst salên dawî da kurdan
rijandiye belasebeb bû û bi erdê da çû.
Ez ne di wê baweriyê da me. Bi baweriya min li Kurdistana bakur îro kurd ji her
demê bêtir nêzî azadiya xwe bûne.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xxamo
XXX
2008-06-25
Ji Dîwanxaneya Google groubê ra
Silaveke ji di li we hemû endamên Dîwanxaneyê!
Birayê Rojen Shêrbaz, min nameya te bi xemgîniyeke mezin
xwend. Te gilî û gazin ji Dîwanxaneyê kiriye, te gotiye di Dîwanxaneyê da bi
zimanê tirkî zêde tê nivîsîn.
Tiştê te gotiye rast e, lê xeyda te ne rast e.
Birayê delel, tu zanî axaftin û nivîsandina bi tirkî gelşeke
kurdan ya herî mezin e. Hinek kurd hene bi herdu zimanan jî dizanin lê destê
wan ji tirkî nabe, hinek kurd hene destê wan ji tirkî dibe, hinek kurd hene
kurd in lê bi kurdî nizanin û hinekên wek min jî hene ku têkiliya xwe ji bin da
ji tirkî ra qut kirine, tirkî tenê ji bo tirkan bikar tinin.
Ev kes hemû nikanin bi hev ra bin û li hev bikin. Ev
rastiyek e.
Nuha, dema yekî kurdînezan bibe endam bêguman ewê jî bixwaze
beşdarî sohbetan bibe û tişetê tên gotin fêm bike.
Û ji berk u bi kurdî nizane ewê bi herkesî ra bi tirkî
bipeyive û herkesê jî ji mecbûrî bersîva wî bi tirkî bide.
Yanî yek sexs ewê herkesî mecbûrî nivîsandina bi tirkî bike.
Ev yek di jiyana rojane da jî wiha ye. Em bibêjin hûn li
derekê 10-20 kes rûnistine û bi kurdî sohbet dikin. Dema yekî kurdînezan were
nava wê civatê ewê her kesî mecbûrî axaftian tirkî bike, sohbet di cî da ewê
vegere tirkî.
Baş e çare çi ye?
Çare dibê Dîwanxaneya kurdîaxêv û tirkîaxêvan cihê be.
Heta ku kesên kurdînezan di nava me da hebin kurdî ewê tim miameleya zarokê
dêmariyê bibîne û tirkî ewê tim zora kurdî bibe.
Ji ber ku tirkan malik li me viritandine, gelekên me
asîmîle kirine. Ya ji bin da bi kurdî nizanin ya jî dizanin lê destê wan ji
tirkî jî nabe.
Wek min got çara kî dixwaze bi kîjan zimanî bipeyive
dibê ew li ba hev bin û yên din tevî wan nebin.
Û xeyda te jî ne rast e, dibê tu vê biryara xwe paşde
bigirî.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2011-06-25
Kekê Celîlê Celîl ji min ra e-mailek şandiye, ji bo
kitêbxaneya xwe ji min alîkarî xwestiye.
|
XXX
|
XXX
15-07-11
|
Roj bash kekê Zinar, berî pêsh silav û rêza min ji tera
heye, pêra jî daxaza mezin tendirûstya (cem me digotin cansaxya) te xurt û
bêqisûr be. Ez difikirim hatin-hatine, gelo nabe ku dîsa hevalek dudu hebin, bi xwe jî alîkarya min bikin, ji cewahirên xwe para min derxin. Ev nêt pirsek cem min sêwirand, ez ji te bipirsim, aqilê te ji kê dibire, ez hewara xwe bavêjimê. Belkî hebin, hi? |
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar