25 juni 2022

Akademîsyenekî tirk got kurd tirk in !

Ehmeqekî bi navê Dr. Alî Nazmî Çora kitêbek bi navê ”Kurtler turkmudur/Ma kurd tirk in?” çap kiriye.

Reqlama kitêbêbê wiha hatiye kirin:

”Ma kurd miletekî cihê ye? Na kurd ne miletekî cihê ye. Ya kurd çi ne? Kurd jî wek azerîyan, tirkmenan, qazaxan, qirgizan, ozbekan endmekî miletê tirk in. Gelo delîlekî ilmî heye ku kurd jî ji qewmê tirk in?

Erê heye, hûnê di vê kitêbê da bibînin.”

Selîm Temo qapaxa kitêbê parve kiriye û gotiye:

”Minê bigota ez tûyî mejiyê te bikim, lê mejî tuneye ku.”
Neyartiya mgeliletê kurd, tirsa çêbûna Kurdistanê gelek tirk kirine qeşmer.

Meriv ne dîn be nabêje kurd tirk in. Lê di nav tirkan kesên wek 
Dr. Alî Nazmî Çora pir in. Belkî yekî wiha tunebe, MITê(Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyê) ev kitêb dabe amadekirin. Çimkî numûneyên wiha hene, MITê berê jî tirşên wiha kirine.

Dewleta tirk hetanî salên 1980-1990î jî digot kurd tirk in. Îdeolojiya resmî ev bû, bi sedan kitêbên wiha dan nivîsîn.

Li tu dera dinyayê ehmeqî û irqçîtiyeke wiha nehatiye dîtin.

Tu dewlet ehmeqîyeke wiha nake, hebûna miletekî hewqasî mezin, xwedî tarîx, ziman û edebîyateke pir dewlemend înkar nake.

Lê Tirkiye dike, tirk dikin. Çimkî irqçîtiya wan bêemsal e.

Tiştê herî balkêş kitêb ne kevn e, çapa 1. di adara 2021ê da ji alî weşanxana ATAYURT ve çap bûye. Yanî dewleta tirkan hîn jî dibêje miletekî bi navê kurd tune ye, kurd tirk in.

Di vê sedsalê da, li hemberî realîteyeke hewqasî mezin îdîa kurd tirk in ne karê merivên baqil e.

Meriv çawa kane hewqasî ehmeq, irqçî û bêrû bibe ez fahm nakim ! Neyartiya bi kurdan ra, tirsa çêbûna Kurdistanê gelek tirk ji însanîyetê derxistine, kirine wahş, ji bo ku hebûna kurdan, welatê wan û zimanê wan înkar bikin ehmeqîya nekin tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE