25 juni 2022

Hin tiştan ez nikanim normal bibînim !

Bira kes negre ser xwe, ez li ser xwe dibêjim, tenê li ser şexsê xwe, li ser hisên xwe dibêjim.

Gava ez dibînim di medya sosyal da du kurdên kurdîya wan baş ji hev ra bi tirkî dinivîsin ez matmayî dimînim.

Yek bi kurdî nizanibe dîsa rê tê heye, meriv mecbûr dimîne.

Lê gava herdu jî kurmanc bin û kurmanciya herduyan jî baş be, bi baweriya min ne rast e bi tirkî ji hev ra binivîsin. 
Ez ne tiştekî wiha dikim, ne jî qebûl dikim.

Ji bo çi du kurmancên bi kurmancî zanin ewê bi tirkî ji hev ra binivîsin?
Ez vê yekê ji bo kurdên zaza û soran jî dibêjim.
Ma du tirkên bi tirkî zanin bi hev ra bi erebî, du erebên erebiya wan baş bi hev ra bi tirkî bipeyivin normal e? 
Ez bawer nakim du tirkên tirkî zanin bi hev ra bi zimanekî din bipeyivin. Lê kurd viya dikin.

Di nav kurdên bakur da bi hev ra tirkî axaftin, ji hev ra bi tirkî nivîsîn pir normal tê dîtin, kes vê yekê şaş nabîne, kes jê aciz nabe.

Lê nuha tiştekî ji vê xerabtir jî çê bûye, êdî hin kurdên başûr jî bi kurdên bakur ra bi tirkî dipeyivin, bi tirkî ji hev ra dinivîsin.

Heta çend sal berê ecêbeke wiha tunebû, kurdên başûr tu carî bi kurdên bakur ra bi tirkî nedipeyivîn, nivîsênên wan ji hev ra ne bi tirkî bû. Lê nuha me ev ecêb jî dît, tirkan hin kurdên başûr jî baş asîmîle kirine.

Heger kurdekî başûr nivîseke min bi tirkî komentar bike ya jî ji min ra bi tirkî binivîse ezê pir aciz bibim û vê aciziya xwe jê ra bibêjim.

XXX

Bêguman ez bi tenê nikanim kurdan azad bikim û Kurdistanê çêkim. Ev derî qeweta min e.

Lê ez kanim ji bo azadî û serxwebûna miletê xwe du xilikan bidim ser hev, ez kanim tesîrê li du kesan bikim. Ez kanim du kurdan ji bin tesîra neyar derxînim.

Ez kanim tesîrê li zarokên xwe, li malbata xwe bikim. Ez kanim bi kurmancî binivîsim û çend kesan teşwîq bikim.

Ev jî ne karekî hindik e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE