26 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -161-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-26

*Saet di 08.30î da ez çûm ser tuxtorê diranan, ji wir jî çûm kar. Diran di devê min da nemaye. Giş reş û qul bûne. Tahmîrareteke baş dikim.

Li welêt min tu carî diranên xwe firçe nedikir. Li mala me firça dirana û mahcûn tunebû. Jixwe adeta firçekirina diranan li ba me tunebû.

Piştî xwarinê carnan meriv bi dest devê xwe dişuşt û berdirank bi kar dianî.


Lê diranşuştin ne adet bû. Xêra Swêd ezê çend diranên mane xelas bikim, him jî zû kox nebim.

*Seîd Aydogmuş saet di 14.30î da ewê kitêba min baniya qahwexanê, lê nehat. Yilmaz û birê Hesen Mizgîn li wir bûn.

Min xêrhatin da birê Hesen Mizgîn. Min rewşa apociyan jê pirsî. Got milet ji wan pir aciz e, li çend gundan gundiyan ew girtin û teslîmî dewletê kirin. Got berî ez werim li Erûhê gundiyan 4 gerîlla girtin, li wan xistin, bi birîndarî ew teslîmî dewletê kirin.

Bi tiştên min ji devê wî bihîst kezeba min şewitî, bi însên ra şiûra millî tunebe rehet dibe merivê dijmin. Kurd gerîlayên kurdan teslîmî dewletê bikin, trajediyeke mezin e. Lê di tarîxa me da xiyanetên wiha pir in. Cahşên kurd bi nav û deng in.

*Hesen Yoldaş telefon kir, got sibe em herin afîş bikin.Min got baş e.
Emê sibe saet di 21.30î da li Rînkeby û Tenstayê bikin.

*Mumtaz telefon kir, got kes tuneye ji Mihemed (Muhemedê Hekarî) ra nivîsan bixwîne, heger tu kanibî sibe saet 15.00a da jê ra bixwîne ewê baş be. Min got baş e, ezê herim. Halbû min digot sibe ezê zarokan bibim ber bahrê, ev çend roj in serê min xwarine. Ez jî tim dibêjim erê erê, lê tim karekî ne di hesêb da dertê…

XXX
1996-06-26

Do êvarî ez û Abid Dundar mîvanê Salim (Salim Çelîker)bûn. Salim ban Mistefa(Riza Polat)û Yilmaz(Selîm Bakac) jî kiribû.
Em li ser rewşa kurdan dipeyivîn. Mistefa ji nişka ve ji min û Abid ra got, ”li ba min qala Evdilan û PKKê nekin, hûn apocî ne…”
Ez pir aciz bûm, min gotineke wer jê nedipa. Abid jî qeherî. Li ciyê rehetiyê dilê me ji xwe hîşt. Di nabêna me da minaqaşeyek gelkî ne xweş çê bû. Li ser gotinên min xwe qeherand rabû çû. Salim û Yilmaz li ber gerîyan, xwestin bisekinînin lê nesekinî, çû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar