26 juni 2022

Em ji maça xwe bi zafer vegeriyan

 


Nigê min û xanimê û Îzetîn Şevgîn ji DALKURDê ra bi xêr hat.
Em xemgîn û hustuxwar venegeriyan malika xwe. Em rûliken û dilşad ji sahê derketin.

Me 3-2 zora AFC Eskilstunayê bir. Serketineke şert bû, dibê me qezenc bikira.
Ma kanîbû çend golên din jî bavêtana, lê hinek bêşansîyê, hinek jî ji nehostayîyê ev yek nebû.

Raqibê me taximekî xurt bû û giş jî pir beza bûn. Her cara top diket nigê wan li ber qela me talûke çêdikirn. Ev zeîfieyeke Dalkurdê ye.

Gerek lîstikvanên taximê reqaib hewqasî rehet nikanibin herin be qaleyê.


Lîstikvanên AFC Eskilstunayê bi dil û can dixwazin serketî maçê biqedînin. Tim di êrîşê da bûn û zor didan qela me.

Lê mala Stefan Wolfs ava be, di deqa 93a da golek avêt û 3 pûanên zêrîn da me.





Di 15 deqeyên pêşî da AFC Eskilstunayê serdest bû, lê Dalkurdê dûra hat ser xwe, ji parastinê derbasî êrîşê bû û Arian Kabashi di deqa 36a da golek avêt û bîna me fire kir.

Di deqa 48a da rewş bû yek 1-1. Ev gol golekî neheq bû, 3 deqeyên dirêjkirinê qediyabûn, lê hakem dîsa korner da û di qerembolê da gol avêtin û maç qediya.

Di deqa 65a da me golekî di xwar û rewş bû 1-2. Bêhêvîtiyê dest pê kir, moralê me daket sifirê.



Lê 3 guherandinên di 15 deqeyên dawî da ruh û enerjî da Dalkurdê û Dalkurdê gelek şansên gol bi dest xist.

Dawiya dawî di deqa 81ê da Dalkurd bi gola Arash rewş kir    2-2.
Piştî vê, Dalkurdê bêtir zor da raqibê xwe û li ber qela AFC Eskilstunayê li gol geriya û Stefan Wolf di deqa 93a da gola 3a şand fîleyên qaleya AFC Eskilstunayê.



Bi golê 3a ra alîgirên Dalkurdê giş bi hev ra rabûn ser xwe û zafera Dalkurdê pîroz kirin, belkî deqeyek gola Stefan Wolf pîroz kirin.
Dema meriv ji maçekê serketî vedigere pir xweş e, meriv dilşa û bi huzûr e.

XXX

Bîstik din ez û xanim emê herim Uppsalayê maça DALKURDê !

Maç saet di 15.00a da ye. Emê saet li dora 12.00a li wir bin. Heger kurdekî Uppsala, nas û dostek heta maçê ji me ra bibe rêber, me li bajêr bigerîne emê kêfxweş bibin.

Yê bixwaze kane bi Messengerê bi min ra têkeve têkiliyê. Ez û şansê xwe...

Ji kuredekì Uppsalayé deng derneket!

Qey hìn di xew da ne

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE