27 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -162-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-27

*Piştî kar çûm komelê, min ji Mihemedê Hekarî ra nivîs xwend. Em tam du saetan xebitîn, min xwend, wî nivîsî.
Ezê ji wir jî biçûma Tenstayê, min û Hesen Yoldaş(Serdar Karakaş) me yê afîş li dîwaran xista.
Nafî(Nafî Çilgin)bi Hesen ra peyivîye, gotiye bira Zinar neyê, ezê ji dêlî wî va werim.
Min got ezê jî bêm, lê Nafî qebûl nekir, got ne hewce ye, wa ye tu xebitîye. Min sipasî wî kir.

*Ez îşev li ser nivîsa ezê ji Komîta Merkezî ra bişînim hinekî xebitîm. Min biryara derketin ji Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep)û sebebên wê careke din xwend. Di serê min da ev bawerî çê bû: Piştî vê biryarê, zû dereng KM û Elîşêr(Zîya Avcî) û Seîd Aydogmuş ewê hev kevin.
Bi baweriya min ev nivîsa Seîd, Elîşêr(Ziya Avcî) û Gavan(Umer Tuko) jî îmze kirine)destpêka perçebûneke nuh e. Ev hersê endamên KM ewê veqetin. Belkî hinek jî bi wan ra veqetin.
Çimkî Seîd ev yek daye ber xwe, dixwaze veqete. Kêla  mahna tije nabe. Yê min bi xwe ji zû da ye baweriya min bi Seîd nemaye. Emê hinekî din jî biçûk bibin.

1986-06-27
Çûm mala Aslan(Mehmet Kaya). Hêvî û zarok ji do da li wir in.  Berî herim wir, çûm komelê, min du nivîs dan Mûrad(Mûrad Ciwan).

XXX

1989-06-27

Min îro saet di 14.00a da Celîlê Celîl û Memo Yetkîn dît. Em li ser hvkarî û weşaneke bi hev ra peyivîn.
Memo Yetkîn ji bo ku çapxana me û ya wî bi hev ra hin kitêban çap bikin pêşniyarek anî.
Memo dixwaze em bi hev ra hin kitêban çap bikin. Emê di nava xwe da li ser vê pêşniyara Memo bipeyivin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar