Do ez û xanima xwe, em mîvanên Sabîhe xanimê û Heyder Diljen
bûn. Nêta me ew bû emê bi hev ra fîncanek qeh vexun û rabin.
Lê xwişka Sabîhe û Heyder em berndan, gotin ev çi çax e, ev çi derax e, hesabê
we ji kok da şaş e, hûn îro mîvanên me ne, emê hetanî dereng bi hev ra bin, emê
we li herêma xwe Hammarby Sjostadê bigerînin, derên gelkî xweş nîşanî we
bidin.
Hêrama Hammarby Sjostad li başûrê Stockholmê taxeke nuh e, ev 20 sal e
şên kirine, pir populer e.
Xêrhatin min bi dubleyek Whisky, xanimê jî bi qedehek şeraba sor dest pê kir.
Tiştekî ji destê me bihata tune bû, me bi ya mazûbanê xwe kir û em çûn aşxana Zoro.
Xwediyê aşxanê, dostê Heyder e, camêr zîyafeteke mikemel da
me. Çend zeleteyên cûr be cûr ji me ra çêkirin.
Me zikê xwe baş têr kir, qahwa xwe di ser da vexwar û ji wir jî me berê xwe da bara
Sjostaden Sykbar.
Li qatê 28a, li ber pacê me ji xwe ra cîyekî baş dît, me bîrak cemidî vexwar û dîsa sohbet germ kir.
Bi Heyder û Sabîhe xanimê ra gelek serpêhatî û bîranînên me yên salên borî hene.
Ev 40 sal e em hev nas dikin, em bi hev ra pir ketine û rabûne, gelek bîranînên me yên mişterek yên siyasî bi hev ra hene. Di destpêka salên 1980î da me bi hev ra gelek rojên zor û zahmet derbas kirine.
Bi qalkirinê dawî nayê, me ji nav bîranînên bûne tarîxek kevn hinên herî balkêş niqandin. Em bîstekê keniyan, bîstekê xemgîn bûn.
Me qala surprîzên jiyanê, qala xebat û tarîxa xwe ya li vî bajarî kir. Bi tezekirina wan serpêhatiyên xweş û ne xweş em ge keniyan, geh xemgîn bûn…
Piştî bîstek sohbet, me buxçikên serpêhatî û bîranînan pêça, kirin bin çengên xwe û berî roj here ava me berê xwe da girê Hammarbybackenê.
Hammarbybacken girekî 93,5 mîtro bilind e, dereke pir populer e, zivistanan di berfê ji bo kaşokê dereke pir şên e.
Em hilkişiyan ser qotê gir yê herî bilind. Me li wir bîstekê li Stockholmê temaş kir, me ji ser gir çend rism girtin. Ji wir jî me xwe berê jêr da û li herêma Hammarby Sjostadê geriyan.
Heyder û Sabîhe xanimê derdora xwe, herêma xwe baş nas kirine, her dera Hammarby Sjostadê qulik bi qulik nas dikirin, em baş gerandin.
Çarhawêlî Hammarby Sjostadê av e, derên ger û seyranê lê pir in, meriv ji gerra wê, ji temaşeya wê têr nabe. Mîmariyeke wê ya pir xweşik heye. Xelkê li welatê xwe derên wek cinetê avakirine.
Di gerrê da, di nava wê xwezaya xweşik da min ji Heydera got, dema meriv derên wiha xweş, tekûz û bi dûzan dibîne gunehê meriv bi halê meriv tê, meriv xemgîn dibe. Meriv bi rebenî û perîşaniya xwe dihese.
Hetanî roj çû ava em li derên yek ji yekê xweştir geriyan, em li botê siwar bûn û dûra jî çûn malê.
Em hetanî derengê şevê li balkonê(şaneşînê)rûniştin, me ji alî kî da dîsa sohbeta xwe domand, di ber ra jî xwar û vexwar. Saet di 23.30 da me xatir ji mazûbanên xwe xwest û berê xwe da malika xwe, saet yekê nîvê şevê em gihîştin mal. Em 3 saetan, 11 km meşiya bûn.
Êdî em ji hal da ketibûn, me raketin heq kiribû. Vêsê xanim westiyayî saet di deha da ji xew rabû.Ez berî wî, saet di 08.00a da rabûbûm, min xurnîya xwe kiribû û li ber kompîtorê tike tika min bû.
Hewa îro jî xweş e, hela em binêri emê îro çi bikin…
Gelek sipas ji mîvanperweriya Heyder û Sabîhe xanimê. Herduyan jî xwe di ber meda pir westandin, em pir gerrandin, gelek der û herêmên hetanî nuha me nedîtibûn nîşanî me dan. Dilê me bijandin herêma xwe.
Vê carê jî dora me ye. Bi hêviya rojekê ew jî bibin mîvanên me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar