28 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -163-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX

1985—06-28

Min îşev telefonî Seydo Aslandag kir, me bîstekê sohbet kir.

Min jê ra got nêta min heye di tahtîlê da werim Parîsê. Got were, ez li vi rim.
Ez nikanim xanimê û zarokan bibim, ezê bi tenê herim. Hêvî dikim li hev derkeve.

Min xwest Bavê Nazê dawetî malê bikim, lê Seîd (Sadedîn Mele) ne li mal bû. Bavê Nazê li ba Seîd dimîne.


XXX

1986-06-28

Min mesajek ji bo şeva YEKÎTIYê nivîsî. Min Îkram Delen jî li wir dît. Îkram dostê wan Yekîtiyê ye. Hevalên Ala Rizgarî dostên Yekîtiyê ne. Ez bawer dikim demakê li wir mane lema.

Me saet di 18.00a da civîna Komîteya partiyê ya Stocholmê çêkir.

1990-06-28

Lawikê me Azad ji do êvarî da ye nexweş e, wer vedirişe. Em îro çûn nexweşxana Sant Goranê. Gotin belkî îltîhaba rûviya kor e, lê hîn tam ne diyar e. Hin heb danê. Heger êşa zikê wî kêm nebe emê dîsa herin.

XXX

1997-06-28

Min îro ji Almanyayê ra bilêt kirî. Di 12ê mehê da emê bi zarokan ra herin Almanyayê. Ev 14 sal in hatine Swêdê ev cara pêşî ye emê bi hev ra herin derekê. Kêfa Serhat pir tê.

Ez ditirsim keça Metîn heta wê çaxê ji nexweşxanê nerneyê. Ji roja bûye û vir da ye giran nexweş e, ev du meh in di nexweşxanê da ye. Ez hêvî dikim heta wê çaxê baş bibe û kanibin ji nexweşxanê vegerin malê.

XXX

2001-06-28

Merheba Lales!

Gelek spas ji bo nama te ya kinik û xweşk. Bi vî hawî nuha haya me ji hev çêbû em herdu jî hîn li ser nigan in.

Seet nuha dudu kêm çarîkê nîvê şevê ye û hîn tiqe tiqa min e.

Xwedê bi xêrê bigerîne. Ez dikim rabim cixareyekê bikşînim.

Min nuha li xebaran guhdarî kir, gotin Mîlosevîç jî teslîm kirin. Careke din diyar bû Emerîka ji XWEDÊ jî xurttir e.

Tu dibînî, dema dilê wan bixwaze bêbavan kanin çi hukmî bikin?

Lê tiştê herî trajî-komîk qatilê herî mezin û herî destbixwîn rabûye qala bicîanîna edaletê dike.  Wey kevir bibare!!!

Gelek silav

Zinarê Xamo

XXX
2021-06-28

Mumtaz* merheba!

Min di Çarpel  Medya da li programa Murad Ciwan a li ser hedîsa Dr. Şivan û Seîd Elçî temaşe kir. Program li dijî Dr. Şivan bû, di serî da Mûrad Ciwan, kesên beşdar giş li dijî Dr. Şivan bûn, ji hevalên Dr. Şivan yek kes jî tunebû.
Hevalên Dr. Şivan dibê li hemberî wî hewqasî ne bêûjdan û bêwefa bûna.
Hevalên Dr. Şivan giş bûna barzanîcî û hedîseya herdu Seîdan belovacî dikin.
Şakir, Reşo, Zinar kanin li ser Dr. Şivan her tiştî bibêjin, lê dibê Mûrad ew bêbextî û bêwefayî nekira, Mûrad ji wan gelkî xerabtir bû.
Beşdaran gişan bi neheqî, bi bêbextî Dr. Şivan kirin qatilê Seîd Elçî û qetla Dr. Şivan û hevalên wî jî rast û helal dîtin.
Mûrad Ciwan têkiliya PDKê bi MITê ra, rismên Seîd Elçî yên dane MITê normal dît û parast.
Bi kurtî programeke pir xerab bû. Wek hevalên Dr. Şivan weşandina programeke wiha, parastina wan dîtinan li Dr. Şivan neheqîyeke mezin e, bi Dr. Şivan ra bêbextîyeke, bêwefayî ye.
Ji ber ku Çarpel Medya programeke wiha weşandez pir xemgîn bûm.
Ez Çarpel Medyayê protesto dikim.
Dibê Mûrad Ciwan êdî di Çarpel Medyayê da programan çê neke, heger çêke ev jî tê wê maneyê hûn jî di heqê Dr. Şivan da wek wek Mûrad Ciwan difikirin.
 Zinarê Xamo 2021-06-27

*Mumtaz:Nîmet Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar