28 juni 2022

Ço û perê Erdogan qezenc kir

 

Tirkiyê û Swêd di mesela NATOyê da li hev kirin. Tirkiyê wetoya xwe ya li hemberî endametiya Swêd a NATOyê da rakir.
Swêd û Tirkiye nuha du mitefikên di her warî da pir dost û nêzî hev in. Di mesela kurdan da Swêd êdî di cepheya Tirkiyê da ye. Hukûmeta Swêd ev soz daye Tirkiyê.

Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson di beyana xwe ya piştî civînê da negot bi Tirkiyê ra li ser çi li hev kirine, kîjan şertên Tirkiyê qebûl kirine, naveroka peymana bi Tirkiyê ra îmze kirine çi ye?

Lê Tirkiye dibêje Swêd û Fînlandê şert û daxwazên Tirkiyê giş qebûl kirine. Swêd ewê alîkariyê bi organîzasyonên kurdan ra neke û di warê teslîmkirina kesên Tirkiye dixwaze da jî soz daye Tirkiyê, ewê daxwazên Tirkiyê bicî bîne.

Serokwezîra Swêd Magdalena Andersson gotiye nuha ew naxwze li ser naveroka peymanê tiştekî bibêje, dûra ewê eşkere bike.

Lê ji heyeta Tirkiyê Betul Uygur naveroka peymana bi Swêd ra îmzekirine daye rojnameya swêdî Aftonbladetê. Li gorî tirkan qismekî naveroka peymanê wiha ye:

-Li hemberî PKKê û hevalbendên wê Swêd ewê di her warî da bi Tirkiyê ra bixebete.
-Di şerê Tirkiyê yê li hemberî terorîzmê da Swêd ewê di her warî da piştgiriyê bide Tirkiyê.
-Swêd sozê dide Tirkiyê ewê tu carî alîkariyê bi PYD/YPGê û tevgera Fettulah Gulen ra neke.
-Di warê sîlehan da Swêd ewê ambargoya li ser Titkiyê rake.
-Li hemberî terorîzmê û sûcên organîze îstîxbarata Swêd ewê bi ya Tirkkyê ra di nava hevkariyê da be.
-Li hemberî sûcdarên terorê Swêd ewê tedbîran bigre û hin gavên konkret bavêje.
-Swêd ewê nehêle ji bo PKKê û rêxistinên ”parawan” pere were topkirin, ewê rê li ber xebatên wan were girtin.
-Swêd ewê nehêle terorîst li dijî Tirkiyê propagandeyê bikin.
-Ji bo ku teref rîayetî peymanê bibin ewê makanîzmeyeke mişterek were danîn.

Swêd di vî warî da hîn tiştekî konkret negotiye, ev nuxte tiştên tirk dibêjin. Lê medya swêdî jî di rojên pêş da ewê naveroka peymanê bi dest xe û eşkere bike.

Bi baweriya min ev medeyên tirkan eşkere kirine gişk rast  in, lê ne hemû ne.

Bi îhtîmaleke mezin gelek madeyên din yên eşkere nakin, veşartî dihêlin jî hene.

Bi vê peymana bi Tirkiyê ra Fînland û Swêd ne tenê em kurd firotin, demokrasiya xwe jî, şexsîyet û îtîbara welatên xwe jî lekedar kirin, ev peymana bi Tirkiyê ra ji bo herdu welatan jî şerm û rûreşiyeke mezin e. Dibê hewqasî erzan teslîmî dîktatorekî sponsorê Daîşê nebûna. Meriv serokê terorîstên herî mezin ra peymaneke wiha îmze nake.

Tiştê ez texmîn dikim li ser kurdan û tevgera kurd a netewî, li ser Kurdistana Rojava, Tirkiyê ji Swêd çi xwestibe Swêd herî kêm ji sedî 90ê wê qebûl kiriye.

Yanî Tirkiye êdî ne li Tirkiyê û Kurdistanê tenê, li Swêd jî ewê rê li ber xebatên kurdan bigire, kurdên welatparêz, azadîxwaz terorîze bike û di heqê xebatên kurdan xwedî îstîxbarat be.

Em miletekî bêpişt û bêkes in, Swêd ji bo xatirê me nabêna xwe bi Tirkiyê ra xera nake. Li ba Tirkiyê him zor(ço)heye, him jî pere.

Li ba me kurdan ne zor heye, ne jî pere. Swêd ewê bibe hevalê yê xwedî ço û xwedî pere.

Erdogan van herdu sîlehan jî li hemberî ewrûpiyan baş bi kar tîne. Berê darê zorê(ço)nîşanî wan dide, heger ”ço” pere nekir, çend qurişan davêje ji ber wan da, gava çavên wan li kurtêlên Erdogan dikeve zû nerm dibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE