Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-02
Me civîna bi komeleyên endamên Federasyonê ra îro li komela
KOÇKAKê çêkir. Di civînê ra tu biryareke teybetî nehat girtin.Tiştê herî
muhîm, komelan gişan gotin dibê komeleyên li ser asasî komunan werin avakirin û
biryara vê yekê jî di kongreya Federasyonê da were girtin.
KOMKARê got, şertê avakirina komeleyên komunan îro tuneye, lê dema bên avakirin
ewê ne li dij bin, ewê jî beşdar bibin.
AKSA hatibû, lê ji komela YEKÎTÎ kes nehatibû. Wekî komel giş beşdarî civînê
bûn û biyara komeleyên komunan qebûl kirin.
XXX
1999-06-02
Malbata Abdula Ocalan û abûqatên mane jî gotin ew ji dozê
vedikşin û ewê sibe neçin mahkimê. Ji sebebên wan yek jî gotin tu otêl wan
qebûl nake, ne li Mûdanyayê, ne jî li Bûrsayê nikaninin ciyê raketinê bibînin.
Abûqatan gotin di bin van şertan da beşdarbûna me ya mahkimê ne mimkûn e.
Welhasil dewlet him di warê hiqûqî da, him jî di warê siyasî da heta nuha
serketî ye. Sebebê vê yekê jî Abdula Ocalan bi xwe ye. Di destpêkê da ne wî
parastinek baş kir, ne jî hîşt abûqatên wî bikin. Nuha jî ketiye rewşeke xerab,
nizane ewê çawa ji nav derkeve.
Komîta Merkezî ya PKKê îro beyanek belav kir, di beyanê da
li parastina Ocalan xwedî derdikevin û dibêjin heta dawiyê em bi vê parstina wî
ra ne.
Min digot belkî neparêzin, bibêjin derî îrada wî, bi zor ev tiştana pê dane
gotin. Lê wer nekirin, PKK jî çû xeta wî.
Parastina wî ya bi nivîskî dabû mahkimê gelkî xerab e, gelek tiştên înteresant
tê da hene, min hinkî lê mêze kir. Lê pirr dirêje, min nikanîbû giş di
kompîtorê da bixwenda, dibê ez derxînim ser kaxetê.
XXX
2001-06-02
Birayê delal, gelek spas ji bo ku tu malpera xwe ra ji min
ra dişînî.
Ez nizanim tu kî yî û gelo em hevdu nas dikin ya na?
Lê ez wisa hesab dikim tu kurd î. Heger wiha be, yanî heger tu kurd î û tu
malpera xwe bi tirkî çêdikî û bi min ra jî wek kurdekî bi tirkî dipeyivî bi
baweriya min ev şaşiyeke gelek mezin e.
Helbet ez nabêjim dibê kurd qet bi tirkî nepeyivin û nenivîsin. Tirkî jî wek
her zimanî, zimaneke û dema hewce be emê pê bipeyivin û binivîsin. Lê ne ku em
dev ji zimanê xwe berdin û bi hev ra bi tirkî bipeyivin. Yekî tirk ji min ra bi
tirkî binivîse ez fêm dikim. Lê kurdê ji bo çi ji hev ra bi tirkî binivîsin ez
wê fêm nakim!
Ez bixwe heta ku pir ne mecbûr bim ne bi tirkî dinivîsim, ne
jî dipeyivim.
Çimkî li gor min piştî vê seetê dema kurd hîn jî bi hev ra bi tirkî bipeyivin şermeke
pir mezin e. Jixwe dewleta tirk bi zor û bi qanûnan zimanê me li me qedexe
kiriye, îcar ev têrê nake, di ser da ma em jî rabin bi hev ra bi tirkî
bipeyivin?
Heger bi rastî em li dijî bindestiya kurdan û asîmîlasyona li ser zimanê wan in
dibê em bi zimanê xwe binivîsin û bipeyivin. Heger em bi kurdî nizanin, dibê em
fêr bibin.
Ma çima em bi almanî, îngilîzî, fransizî fêr nabin?
Wek van zimanan dibê em zimanê xwe jî fêr bibin. Ji ber ku îro şoreşgerî û
welatperweriya herî mezin bikaranîna zimanê kurdî ye.
Heger me ev yek hîn fêm nekiriye dibê em herin li mala xwe rûnin çêtir e.
Serê salan e bi hezaran keç û xortên kurd ji bo rizgariya welatê xwe canên xwe
didin, ma kevirê bibare em jî vê ”fedekariyê” bikin, yanî em zimanê xwe fêr
bibin?
Ji ber ku ez te nas nakim, lema jî ez nizanimku tu bi kurdî dizanî ya na. Lê
heger tu dizanî û tu malpera xwe bi tirkî çêdikî û ji kurdan ra jî bi tirkî
dinivîsînî bi rastî jî şermeke mezin e; lê heger tu wek kurdekî hîn bi kurdî
nizanî wê demê ji şermê jî wêdatir, sosireteke giran e.
Tiştekî gelkî balkêş jî, di nivîsa xwe da te navê XEZALÊ jî
wek tirkî, ”gazel” nivîsîye, gelo çima?
Te tiştekî din jî gotiye, ”Güneydoguda yüksek yerlerde yetişen ýspanaða
benzeyen bir ot.”
Gelo ji bo çi ne Kurdîstan da, lê ”Guneydogu”?
Li Tirkiyê dema berdevkên dewletê, kevneperest û faşîst navê welatê me bi lêv
nakin û dibêjin ”Guneydogu”, ez fêm
dikim, lê ji bo çi tu dibêjî ”Guneydogu”?
Birayê delal, li min bibore, lê ji nuha û pê ve tiştên bi tirkî
ji min ra neşîne.
Bi hêviya ez bizanibim tu kî yî .
Bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar