01 juni 2022

Li Stockholmê li ser Tirkiyê civînek muhîm

 

Îro li Stockholmê li ser Tirkiyê û endametiya Swêd û Fînlandiya ya NATOyê civîneke muhîm hebû. Ez jî çûn civînê.

Civîn ji alî PENa Swêd, Merkeza Palme, Yekîtiya Nivîskarên Swêd û Komeleya Dramatîstan ve hatibû organîzekirin.

Ev kes di semînerê da peyivîn:

-Bitte Hammargren, rojnamevan û pispora Tirkiyê û Rojhilata Navîn
-Burhan Sonmez, serokê PEN International
-Kurdo Baksî, rojnamevan
-Ragip Zarakolu, nivîskar, weşanger
-Viveka Sjögren, seroka Yekîtiya Nivîskarên Swêdî
Kurdo Baksî moderatorê semînerê bû. Li ser gefên Tirkiyê yên li hemberî Fînlandiya û Swêdê gelek tiştên girîng hatin gotin. Min jî pirsek kir.

Min got Swêd nexwestiye bibe endamê rêxistin ya jî qulûneke Tirkiyê. Swêd dixwaze bibe endamê NATOyê û daxwaznameya xwe ya endametiyê jî şnadiye ji NATOyê ra.

NATO, Swêd dike endam ya nake bi kêfa xwe ye. Dibê NATO bibêje erê ya na.

Heger endamekî NATOyê li dijî endametiya Swêdê derkeve ne wezîfeya Swêd e wî welatî îqna bike, ev wezîfeya NATOyê ye, dibê ew hevdu îqna bikin.

Di destûra NATOyê da nabêje dema welatek dixwaze bibe endam û ji endamên NATOyê hinek li dij bin, welatê miracaet kiriye dibê welatên mixalif îqna bike. Di destûra NATOyê da şertekî wiha tune ye.

Yanê Swêd ne mecbûr e here li ber Erdogan bigire, bibêje endametiya min qebûl bike. Tiştê Tirkiye dike ne gelşa Swêd e, gelşa NATOyê ye, dibê ew li hev bikin.

Swêd şertên Tirkiyê qebûl bike, sibe 10 wlatên din jî kannin hin şertan bidin ber Swêd û Fînlandiyayê.

Piştî civînê min bi Bitte Hammargren û Burhan Sonmez ra hinek sohbet kir, herduyan jî gotin tiştê tu dibêjî rast e.

Civînek baş bû, bi civînên wiha zorbatî û dîktatoriya Erdogan bêtir tê naskirin, li Swêd mixalefeta li dijî wî roj bi roj berfireh dibe.

Civînê saet di 18.00a da dest pê kir, li dora 2 saetan ajot. Zimanê civînê bi îngilîzî bû, ez jî bi îngilîzî nizanim. Min pirsa xwe bi swêdî kir. Zimanê diyayê êdî îngilîzî ye, yê bi îngilîzî nizanibe wek kût be, nikanibe bimeşe.

Ya di risim da li kêleka min xuya nake rojnanevana swêdî Bitte Hammargren e.

Kesên di risim da ji milê çepê: Ahmed Eskanderî, Amberîn Zaman, Lutfî Baksî, Omer Şêxmûs, Keya Îzol, Vîldan Saîm Tanrikulu, Zinarê Xamo û Bitte Hammargren .

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE