01 juni 2022

Erdogan bi çavê dijmin li Amerîka û Yûnanîstanê dinêre

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan baregehên leşkerî yên Amerîka yên li Yûnanîstanê wek baregehên mitefikekî xwe yê  NATOyê nabîne, li dijî Tirkiyê dibîne.
Erdogan dibêje ev bargehên Amerîkayê li hemberî me hatine çêkirin. Li ser van baregehên Amerîkayê gotiye:

”Nuha li Yûnanîstanê 9 baregehên Amerîkayê hene. Baş e ev baregehên leşkerî li hemberî kê tên avakirin, çima ew hene?
Dibêjin li hemberî Rûsyayê ne…Derew e… Şêla wan a li hemberî Tirkiyê li ortê ye. Ne samîmî ne, ne dirist in.
Heta ku Recep Tayyip Erdogan seokê Cumûrîyeta Tirkiyê be, emê tu carî ji endametiya welatên destegê didin terorê ra nebêjin ”erê.”

Tirkiye û Amerîka û Yûnanîstan hesê jî endamên NAToyê ne, yanî xwedêgiravî mitefikên hev in.

Lê Erdogan ne Yûnanîstanê, ne jî Amerîkayê mitefikê Tirkiyê nabîne, dibêje ew dijminên me ne, lema jî li hemberî me 9 baregehên leşkerî avakirine.

Û NATO jî dewleteke wiha hîn jî di nava xwe da dihêle, ji nav xwe dernaxin.


Dewleta bi vî çavî li baregehên Amerîkayê yên li Yûnanîstanê binêre ew dewlet ne mitefik e, dewleteke dijmin e, dibê meriv nav xwe da nehêle. Lê Amerîka û ewrûpî bêxîret in newêrin tiştekî ji Erdogan ra bibêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE