01 juni 2022

Heta Kurdistan çênebe ewrûpî ewê tu carî rehetiyê nebînin

Şîretek li serokên Yekîtiya Ewrûpayê

Tirkan em tenê êsîr negirtine, bi me kurdan ra Yekîtiya Ewrûpayê jî nîvêsîr girtine. Ewrûpî, serokên Yekîtiya Ewrûpayê gerek vê heqîqetê êdî fêm bikin.

Bi bertîlan û xûgê tirk bela xwe ji ewrûpiyan venakin. Ewê him perê xwe bigrin, him jî êrîşên xwe bidomînin, koçên dagirkerina Ewrûpayê ji hev neqetînin. 

Lema jî qedera me û Yekîtiya Ewrûpayê girêdayî hev e.

Hetanî em kurd ji bindestiya tirkan dernekevin û Kurdistan çênebe bawer bikin ji Yekîtiya Ewrûpayê ra jî rehetî tuneye.

Hata kurd bindest bin Yekîtiya Ewrûpa ewê tim di agirê şerê me û tirkan da bişewite, tirk ewê tu carî bela xwe ji Yekîtiya Ewrûpayê venekin, ewê jiyanê li ewrûpiyan jî bikin zindan.

Bedenên ewrûpî li dora welatên xwe lêdikin nikanin wan ji bela û êrîşên tirkan biparêzin.

Tirk ewê ji Asyayê û ji Afrîkayê bi milyonan însan birçî û neyarên ewrûpiyan, neyarên dînê wan, demokrasiya wan, şiklê jiyana wan bişînin ser wan. Ji bo li Ewrûpayê kaosê çêkin û dûra hêdî hêdî welat bi welat têxin destên xwe.

Tu dîwar, tu têl nikane rê li ber vê dagirkeriya tirkan bigire; tenê azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê kane tirkan aş bike û bisekinîne.

Lema jî rehetî û aramiya Yekîtiya Ewrûpayê û ewrûpiyan girêdayî azadiya me kurda ye. Ji bo ku Ewrûpa rehet bike, ji bela û êrîşên tirkan xelas bibe dibê Kurdistan çê bibe. Bêyî viya tu tedbîr, tu dîwar nikane tirkan bisekinîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE