02 juni 2022

Xortanî bû wek xewnekê...

Îro ez û hevalê xwe yê ezîz Eyûb Alcabey hatin ba hev, me bi hev ra him fîncanek qahwe vexwar, him jî bîstekê sohbet kir. Ji ber ku li welêt bû ji zûda bû me sohbet nekiribû. Ji min ra qala welêt kir.

Meriv kane bibêje me derdê xwe ji hev ra got, di nabênê ra jî me rojên borî, salên zû derbas bûn yad kir.

Dema meriv xort e meriv dibêje belkî umir pir dirêj e, lê ne were ye, meriv hew dibîne xortanî bû xewnek xweş û zû qediya.

Tiştê nuha min kêfxweş dike, min û hevalên xwe, me di xortaniya xwe da jî, di kalîtiya xwe da jî di xebat û şerê li dijî dijmin da tu carî bêxîretî nekir, di vê micadelê da serê min û hevalên min bilind e.

Helbet me hinek fîre jî da, hinek zû westiyan, di nîvê rê da dev ji me û ji micadela azadî û serxwebûnê berdan. Lê piraniya me hîn di cepheya azadî û serxwebûnê da ye.

Di xortaniya xwe da me xwest em dijmin, hêzên dagirker ji welatê xwe derxin. Em ji bo wê xebitîn, ji bo ku em bigihîjin vê hedefa xwe me partî û komele çêkirin, me kovar û rojname derxistin, em ketin hefsan, em koçber bûn, lê me tu carî dev ji doza xwe, dev ji micadela xwe ya azadî û serxwebûnê berneda.

Erê me welatê xwe hîn azad nekiriye, erê me dijminê xwe hîn ji welatê xwe dernexistiye, ev rast e.

Lê ev ne ji ber bêxîretiya me ye, çi ji destê me çi hat me kir, lê xebata me, hêza me têrê nekir em welatê xwe ji bin destê dijmin derxînin û ji zarokên xwe ra Kurdistaneke azad û serbixwe li dû xwe bihêlin.

Ez pir xemgîn im ji ber ku dîtina vê rojê nebû nesîbê min. Lê ji bo dîtina Kurdistaneke azad û serbixwe çi ji destê min û hevalên min hat, me derexa nekir, tarîxa me şahidê vê yekê ye.

Li hember tarîxê û zarokên xwe ez şermezar û hustuxwar im. Ez û piraniya hevalên min bi xebata xwe, bi micadela xwe û bi tarîxa xwe ya siyasî serbilind in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE