03 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -138-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-03

Ez çûm qahwexanê, Seîd ji min ra 3 kitêb anîn. Belgeyên ewê ji SIVê ra bihata şandin min ji Qadir ra şandin.

Şiyar (Harûn Elîaçik)telefon kir, got ez nikanim herim ”îdesemînarîyê”. Got heger mimkûn e bira Mahmûd Kîper here.
Min got bi Mahmûd ra bipeyive, dema te telefon nekir ez fêm dikim ku Mahmûd çûyin qebûl kiriye.

Hefta berê ez nexweş bûm, hefteyekê neçûm kar. Min îro dest bi kar kir. Kar û xebetên siysayî bi hev ra pir zor e, meriv pir diweste.

XXX

3/6-99

Rewşa Evdila Ocalan ya mahkimê her ku diçe xerabtir dibe, îro jî got ez ew nivîsa Zîya Gokalp li ser kurdan û tirkan di sala 1922a da nivîsîbû bi temamî rast dibînim.
Got ev mesele ancax di çarçewa dewleta unîter da çareser bibe. Nizanim ez mîllîyetçîyekî Ataturk im û gelek tiştên ne xweş yên din gotine. Carê teslîm bûye, tu hêviyeke min jê nemaye.

XXX

3/6-01

Birayên delal, min ev nivîsa ji rojnameya Dema Nû ra şandibû. Ev çend car in ez li malpera wan mêze dikim lê malpera wan xuya neke. Û heta nuha bersîvek jî nedan min ku ewê biweşînin ya na.
Ya din jî min ji wan rica kiribû dema neweşînin jî nivîsa min bidin birêz Ferhad Can. Ez nivîsê îcar ji we ra dişînim, ji bo ku him hûn bidin weşandin û him jî bi hêviya ku hûn bidin Ferhad Can. Heger hûn bersîvekê bidin min ezê kêfxweşbibim.

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar