03 juni 2022

Nav kurdî ye, ziman tirkî ye

Navê dê û navê keça wê kurdî ye, lê zimanê wan tirkî ye, dê bi keça xwe ra bi tirkî dipeyive.

Di malpera telewîzyona swêdî (SVTê) da li ser keçikeka kurd xeberek heye. Sernivîsa xeberê wiha ye:

-Nûdema 4 salî li zarokxanê swêdî fêr dibe.(4-åriga Nudemlär sig svenska på förskolan)

Wek hûn jî dibînin navê keçikê bi kurdî ye, navekî xweş e. Navê diya wê Sozan Kiliç e. Sozan(Zozan) jî bi kurdî ye. Navekî xweş e.
Malbata navê keça xwe bike "Nûdem" malbeteka hay ji kurdayetiya xwe heye, welatparêz e, lema navekî kurdî li keça xwe kirine.

Lê di xeberê da dibêje zimanê wan ê malê tirkî ye, Sozan li mal bi keça xwe ra bi tirkî dipeyive. Yanî zimanê wan ê malê tirkî ye.

Nûdem li hewşa zarokxanê dilîze. Diya wê Sozan bi tirkî ban dikê, bi tirkî pê ra dipeyive.

Malbateke kurd e, li Swêd dijî, navê dê kurdî ye, navê keçikê kurdî ye, lê bi keça xwe ra kurdî napeyivin, tirkî dipeyivin. Meriv ne zane bigrî, ne zane bikene !

Tirk çi bînin serê me jî em dev ji tirkî bernadin, navê me bi kurdî be jî zimanê me tirkî ye. Ev yek destpêka tirkbûnê ye, dema zimanê malê bû tirkî, hêdî hêdî meriv jî dibe tirk...

XXX

Ez zêde zêde li dijî nivîsên kurdan ên bi tirkî me, ev 40 sal e ez vê dijayetiya xwe ya li hemberî tirkî û asîmîlasyonê didomînim. Her kesê min nas dike vê şêla min, vê dijberiya min a li hemberî tirkî zane.

Lê di vê meselê da tiştê herî pir min xemgîn dike, min zêde diêşîne, gava ez dibînim di medyaya sosyal da kurdên başûr bi tirkî dinivîsin.

Kurdekî ji Kurdistana bakur ne bi kurdî, ne bi tirkî , bi erebî binivîsînî çiqasî ecêb be, nivîsîna bi tirkî ya kurdên başûr jî hewqasî ecêb û anormal e.

Ferz bikin ez nuha ne bi kurdî, ne bi tirkî, lê rabim bi erebî binivîsînim !

Ewê bi we çiqasî ecêb were ne wisa ?

 XXX

Sernivîseke malpera Rûdawê wiha ye:

”Amerîkayê piştgirî da destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî”.

Min bi xwe ji vê sernivîsê tiştek fêm nekir.

”Destpêşxerî” çi ye, tê çi maneyê?

Heger Rûdaw maneya ”destpêşxeriyê” bi kurmanciyeke kurdên din jî jê fêm bikin bibêje ezê kêfxweş bibim.

 

XXX

Di vê xeberê da kesê mixabir ji mozên hingiv ra dibêje "mêş".

Meriv ji mozên hingiv ra nabêje "mêş". Mêş hingiv çênakin.

Bi swêdî, bi tirkî jî dibêjin mozên hingiv.

Ez bawer nakim bi tu zimanî ji mozên hingiv ra dibêjin "mêş"!

Mozên hingiv tên xwedîkirin, kewar, pêtagên wan hene. Kes mêşa xwedî nake.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE