03 juni 2022

Bi gotinê Amerîka û Rûsya nikanin êrîşa Tirkiyê bisekinînin

Bi qasî xuya dike Pûtîn jî li dijî êrîşa Tirkiyê ye. Heger bi rastî Pûtîn li dij be Erdogan nikane tu jahrê belav bike, ewê bike birre birr lê newêre êrîş bike.

Lê ewê bi êrîşên biçûk biceribînin, ewê bixwazin reaksyona Rûsyayê fêr bibin. Heger reaksiyona Rûsyayê di gotinê tenê da bimîne ewê êrîş bikin.

Ewê reaksiyona Amerîkayê jî biceribînin, heger Amerîka jî tenê protesto bike ewê dest bi êrîşa mezin bikin.

Erdogan ji Amerîkayê bêtir ji Rûsyayê ditirse, heger bizanibe Rûsya ewê bidaxele bike newêre bihostekê jî pêşda here.

 

XXX

Tirkiye bi rehetî ne ji rojava, ne jî başûr dernekeve. Hetanî nuha tirk ketibin kîjan welatî, ku der dagir kiribin tu carî bi rehetî jê venekişiyane.

Tirk hatin Kurdistanê jê derneketin.

Çûn Bîzansê jê derneketin, bû welatê wan.

Ketin Qibrisê, lê bi cî bûn, jê derneketin. Ji ku derê, ji kîjan welatî derketibin tim bi darê zorê derketine, ne bi rehetî.

Zorbatî kultur û felsefa tirka ye, hetanî zorê nebînin bihostek erdê girtibin nadin. Erdogan tim viya dubare dike.

Ji Kurdistana roiava û başûr jî tirk bi rehetî derkakevin, ji wan were ewê hinek erdên din jî dagir bikin, hedefa wan ew e, hazriya viya dikin, li bende kês û fersenda xwe ne.

Dibê em kurd viya baş bizanibin.

 

XXX

Hudaparê li ser gefên Erdogan a êrîşa ser Kurdistana rojava di 30ê gulanê da beyanek belav kiriye.

Di beyanê da eşkere piştgiriyê dide êrîşa Tirkiyê. Dibêje mafê Tirkiyê ye tedbîrên ewlekariya xwe bigire û koçberên Sûriyê bişîne. Lê dema Tirkiye viya dike zêde xelkê sivîl nekuje baş dibe.

Hêviya Hudaparê ew e "hereket huzûrê û aşîtiyeke mayinde bi xwe ra bîne."

Berpirsiyarên Hudaparê çi demagojiyê bikin jî vir e, Hudapar şûbeyeke girêdayî AKPê ye, di cepheya neyar da ye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE