08 juni 2022

Îro li Diyarbekrê kurd dîsa di bin terorê da bûn

Çawa ku çavê gur ji kuştinê, ji xwînê têr nabe, dilê koalîsyona AKP-MHPa îslamî, faşîst jî ji girtin û kuştina kurdan tu carî têr û bar nabe.
Îro li Diyarbekrê dîsa girtine ser çend malan û herî kêm 19 rojnamevan girtine.

Li bajarekî wek Diyarbekrê girtina 19 rojnamevanan tê maneya li Diyarbekrê çend rojnamevanên ne muxbîr û peyayên dewletê hene giş girtine.

Hal û karê wan girtin û terorîzekirina kurda ye, her roj li vî bajarî û li wî bajarî di berbanga sibê da digrin ser malên kurdan, malan, tiftarên xelkê tarûmar dikin çend kesan êsîr digrin, roja 10-20, 30 kesî negirin tuneye. Dibêjin di hevsan da cî nemaye, lema kesên cezayên wan hindik in berdidin, ya jî nagrin.

Ji roja Tirkiye ava bûye vê dewletê tim û daîm zulm li me kiriye, hefs, sirgûn û zindan bûye par û qedera me kurdan, lê vê koalîsyona îslamî-faşîstan reqora zulmê bi dest xistiye, tu hukûmetê bi qasî vê koalîsyona îslamî-faşîst miletê kurd perîşan nekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE