Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-09
Kongra Federasyonê roja duda
Kongreyê saet di 10.00a dest pê kir. Piştî rexneyên li ser rapora aborî û
rapora xebatê Aram(Îlhamî ji Riya Azadî)) bersîva rexneyên li ser Berbangê da.
Axaftin û bersîvên wî ne xweş bû, pir arogant bû, milet jê aciz bû. Ji
axaftineke maqûl zêdatir, pir ajîtasyon kir.
Piştî kongrê min ji kê pirsî, her kes ji axaftina min razî bû, gotin axaftina te baş bû.
Mile tji hevalên Riya Azadî ne razî bû. Hevalên KUKê jî axaftinên xelkê dibirrîn, henek dikirin, peyv davêjin ji xelkê da. Bela xwe di Yekîtiyê didan.
Piştî kongrê ez li wir mam, bi hevalên din ra min jî paqijî kir. Dûra çûm mala Yilmaz(Selîm Bakac) û ji wir jî çûm mala Mustafa Duzgun. Mahmûd Kîper, Henefî, Salih Înce jî li wir bûn. Wan jî gotin te tiştên maqûl gotin.
XXX
1999-06-9
*Lawikê me Serhat Arda îro ket tahtîlê. 11 salî ye, diçe sinifa 4a. Swêdî dibêjin
“skolavslutning”, yanî dibistan hat girtin, xwendekar ketin tahtîla havînê.
Piştî merasimê em dê û bav bi zarokan ra çûn sinifê. Dê û bavên zarokên swêdiyan
hemû hatibûn, tenê dê û bavên keçeka kurd û yeka reşik nehatibûn, di nav
zarokan da ew tenê ne rûliken, hustuxwar bûn.
Dûra dor hat belavkirina dîplomayan. Mamosta sinifê berî ku dîplomayên zarokan
bide wan, ji gişan yek bi yek pirsî, got, hûnê di tatîlê da çi bikin, yan jî hûnê
herin kîjan welatî?
Zarokên swêdiyan dest pê kirin, der û welatên ewê herinê
yek bi yek rêz kirin.
Dema dor hat ser keçika kurd(Gulbiharê), hustuyê xwe xwar kir, bi dengekî melûl
got “ez nizanim !”
Him vê bersîva wê, him jî ji ber ku dê û bavê wê nehatibûn gelek tesîr li min
kir, dilê min pê şewitî.
Piştî merasim qediya ez pêre peyivîm, min telefona mala wan jê girt. Ezê bi
bavê wê ra bipeyivim, jê ra bibêjim di rojên wiha da dibê meriv zarokên xwe bi
tenê nehêle, miheqeq here dibistana wan.
*Sefîrê Emerîka yê Anqerê çû ziyareta Serokê Meclîsa Tirkiyê
Yildirim Akbûlût. Di vê nabênê da rojnamevanan li ser mahkima Evdila Ocaln jî
hin pirs jê kirin. Got mahkime serbixwe ye û em têkilî biryara wê nabin.
Di mesela îdamê da jî em wek Ewrûpiyan nafikirin, çimkî li ba me jî cezayê îdamê heye. Yanî gotinên wî dihat wê
manê dema Ocalan îdam bikin ewê li dij dernekevin.
*Nato û Yugoslawyayê peymana agirbestê îmze kirin. Li gor
peymanê sibe ewê leşkerên Yugoslawyayê dest pê bikin ji Kosowayê vekişin.
XXX
2018-06-09
Yekî bi navê Alî Alptekîn şair e, şiîrên wî ne xerab in. Tim bi tirkî dinivîse.
Şiîrek bi kurmancî nivîsîye, lê rastnivîsê nizane. Min jê ra rast kir. Ez
dixwazim dev ji tirkî berde, bi kurmancî binivîsîne. Ezê teşwîq bikim, lê bawer
nakim dev ji tirkî berde, ji bo ku dev ji tirkî berde. Belkî zimanê wî yê mal
jî tirkî ye. Ji bo gelek kurdan terikandina tirkî bi qasî çûna ser dînekî din
zor e.
Merheba kekê Elî!
Şiîra te pir xweş e, tê da hin kêmasiyên rastnivînê hene. Min rast kir. Tu kanî
viya biweşînî.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Stockholm
Bejna zirav...
Tu delalyê dilê min î
Tu roniya çavê min î
Xema neke tala min
Derd û keserên dilê me zaf in
Birînên me kûr in
Lê belê em zinar in
Em kevir in
Bejna zirav...
Em heval in, em hogir in
Car nêzîk in,car jî dûr in
Lê dilê me ji bo hev davêje
Her gav û her dem
Ji bo hevalan silavên germ...
Kekê Elî, tiştê tu bi kurdî dinivîsînî, heger tu bixwazî , berî
tu biweşînî ji min ra bişîne, ezê ji te ra rast bikim.
Piştî çend caran tu yê jî rastnivîsa kurdî baş fêr bibî.
Heger wexta min hebe ez her tim amade me alîkariya te bikim.
Lê helbet geger tu bixwazî.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Stockholm
2018-06-09
XXX
Alî Alptekîn:
Merhaba hevalé delal.... gelek spasdarim. Ezé binivisim û ji cenabé te re
bişinim, slav u hezkirin dem baş
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar