09 juni 2022

Tirkiyê destûra êrîşa ser Kurdistana Rojava ji Pûtîn girtiye, ewê êrîş bikin !

Wer xuya dike Erdogan ji Pûtîn destûra êrîşê û dagirkirina Kurdistana Rojava girtiye.

Axaftina Erdogan a li ser êrîşa ser Rojava û teqînên li Qamîşloyê îşareta vê êrîşê ye.

Saeta tirk destûrê ji Pûtîn bigrin, Rûsya qada hewayî ji balafirên Tirkiyê ra veke ewê êrîş bikin. Bi qasî xuya dike Lavrov û Çavuşoglu do li hev kirine, Rûsya ne li dij e Tirkye Rojava bi temamî dagir bike. Belkî hin nuxteyên nakokî mabin lê îhtîmala Rûsya lampa kesk ji Tirkiyê ra vêxe heye. Rûsya îro pir motajî Tirkiyê ye, lema jî rûs kanin şertên Anqerê qebûl bikin.

Amerîka li dij e, lê Tirkiye guh nade mixalefeta Amerîkayê. Çimkî tirk zanin Amerîka ji bo kurdan şerê Tirkiyê nake. Ew wiha difikirin. Ewê reaksiyona Amerîkayê biceribînin, heger Amerîkayê reaksîyonek mezin nîşan da ewê bisekinin û heger di gotinê da ma, tenê rexne kir, ewê dom bikin. Yanî rewş pir kirîtîk e !

Heger Amerîka nebêje emê li wexin, tirk dev ji êrîşê bernadin.
Erdogan pir vekirî gotiye ”emê tu carî nehêlin li ber sînorê me korîdora tero çê bibe. Me biryar daye perçeyên xwe yên wenda temam bikin.” Yanî Rojava dagir bikin.

Lema jî Tirkiye di demek pir nêz da ewê ji gelek ciyan dest bi êrîşê bike. Dixwazin tevayiya Rojava bikin Efrîn û Serê Kaniyê.

Jiyana bi tevayiya kurdan di talûkê da ye. Seranserê Kurdistana Rojava ewê bibe Ûkrayna.

Hêviya me maye Amerîka, heger Amerîka bi rengekî pir cidî ne li dij be êrîşa Tirkiyê di nêz da ye. 

Hêvî dikim Amerîka û Fransa, NATO nehêlin, ço û devê tivingê nîşanî Erdogan bidin. Lê ez ji wê jî bawer nakim. Înşela ez şaş bim, nehêlin av zalimana mala kurdan bişewitînin, dîsa çend milyon kurd bi çolan xin. Armanca wan Rojava ji kurdan vala bikin.

XXX

Tirkiye ji Amerîkayê ra dibêje heger tu destûrê nedî ez rojavayê Kurdistanê dagir bikim, ezê jî nahêlim Fînland û Swêd bibin endamên NATOyê.

Li gorî medyaya tirk nivîsîye berdevka musteşarê wezareta karên derve ya Amerîka Barbara Leaf gotiye, ”Tirkiye di mesela êrîşa ser Rojava da bi israr e, dev ji biryara êrîşê bernedaye.”

Ev yek tê wê maneyê dijatiya Tirkiyê ya li hemberî Fînlad û Swêd a endametiya NATOyê girêdayî vê meselê ye.

Tirkiye ji Amerîkayê ra dibêje destûra êrîşa ser rojavayê Kurdistanê bide min, heger tu vê destûrê nedî, ez jî endametiya Fînland û Swêd a NATOê qebûl nakim.

Yanî sebebê dijayetiya Tirkiyê ya li hemberî endametiya NATO ya Fînland û Swêd êrîşa ser Rojava ye.

Sebebê HSDê ji Sûriyê alîkarî xwestiye ev e, Amerîkayê ji kurdan ra gotiye tirk nasekinin, ewê êrîş bikin, xwe biparêzin.

Heger Pûtîn destûrê bide tirk ewê êrîş bikin, nuha bi Pûtîn ra bazariya vê yekê dikin, destûrê ji Pûtîn dixwazin. Dijayetiya Amerîka ji bo wan zêde ne muhîm e, çimkî zanin Amerîka ji bo kurdan li Tirkiyê naxe.

Tirk kêmfersend û bêbext in, dixwazin ji vê bêçaretiya Pûtîn û NATOyê fêdê bibînin.

  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE