05 juni 2022

Bi Berfîn Aktay û Keremo ra rojek xweş

 

Me îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî li nivîskar û şairê hêja Keremo û li dengê sitranbêj û dengxweşa bi nav û deng Berfîn Aktay xanimê guhdarî kir.

Keremo bi huner û şiîrên xwe, Berfîn Aktayê jî bi deng û muzîka xwe demeke xweş bi me dan jiyandin. Wek şexs ez ji dengê Berfîn Aktayê hez dikim. Heta nuha min di kilîp û vîdeoyan da min lê guhdarî kiribû, vê carê min zindîû lê guhdarî kir.

Civîn ji alî Weqfa Hemîdê Smaîl Axa ve hatibû amadekirin. Mala Ceng û birayên wî ava be, karekî baş kirine.


Keremo kitêba xwe ”Çengek ax” ji beşdaran ra îmze kir û çend şiîrên xwe xwendin, Berfîn Aktay xanimê jî bi wî dengê xwe yê xweş em îhya kirin.


Me îro bi şiîrên Keremo û bi deng û muzîka Berfîn Aktay xanimê bîstek pir xweş derbas kir.



Dûra jî em çend kes bûn mîvanê Rêzan Kiliçaslan, mala camêr ava be ji me ra li hewşê goşt biraşt û ziyafeteke mikemel pêşkeşî me kir.

Gelek sipas ji bo Weqfa Hemîdê Smaîl Axa û herçar zarokên wî.

 

 

1 kommentar:

  1. Azad Kilincaslan7 juni 2022 kl. 14:09

    Mamo, em bi beşdariya te serbilind bûn. Mirovên qedirgiran mina te û hevalên te, her gav li ber dilê me ezîzin 🌹

    SvaraRadera

PARVE BIKE