05 juni 2022

Hukûmeta Kurdistanê gerek li hemberî vî fîlmê rezîl bêdeng nemîne

Tirkan li ser Kurdistana Federe, Mesûd Barzanî û kurdên başû rêzefîlmekî pir rezîl çêkirine. Navê fîlm "Yanliz kurt/Gurê bi tenê" ye.
Fîlm di telewîzyona ATVê da tê nîşandan. Di fîlm da hehenekên xwe bi hukûmeta Kurdistana Federe, bi Mesûd Barzanî dikin, heqaretên pir giran li wan dikin.

Kurdan, Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê wek pîyon û xulamên Amerîkayê û Xerbê nîşan didin.

Tirk fîlmekî wiha bêyî kurdan li ser tu miletî, li ser tu kesî çênakin. Li hemberî kurdan tenê dilê wan tije kîn û nefret e, lema fîlmekî hewqasî namerdane çêkirine.


Irqçîtiyeke pir mezin e, li kûçikan jî heqareteke hewqasî mezin bihata kirin li Tirkiyê kesên heywanparêz ewê qiyamet rakirana.

Fîlm helbet bi dilê tirka ye, lema jî tirk dengê xwe nakin. Lê kurd gerek bêdeng nemînin, vê irqçîtiyê miheqeq bi xurtî protesto bikin û lê gilî bikin, riyên huqûqî biceribînin.

Li alî din dibê fîlm tercumeyî soranî were kirin û haya kurdên başûr, PDKê û hukûmeta Kurdistanê miheqeq jê çê bibe, dibê kurdên başûr û PDK vî fîlmî bibînin.

XXX

Serê salan e em dibêjin li Kurdistana Rojava û li Ewrûpayê di meş û civînên ji bo Rojava da gerek rismên Ocalan û alên PKKê neyên hildan, ev yek zirarê dide PYDê û kurdên binxetê.

Hevalên PKKê tim li dijî vê daxwaza me derdikevin, dibêjin em risim û alên kesî qedexe nakin, kî çi rismî û çi alê radike serbest e û di her meşê da rismê Ocalan û alên HPGê û PKKê hildidan.

Nuha wa ye Mûrad Karayilan jî dibêje ”hildana rismên Ocalan û alên HPGê û PKKê şaş e, dibê her kes bi rengê xwe, bi alên xwe bimeşe.”
Hêvî dikim heval û dilxwazên PKKê guh bidin van gotinên Mûrad Karayilan û ji nuha û pê da di civîn û meşên PYDê û kurdên Rojava da rismê Ocalan û alên PKKê ranekin.

XXX

Di Facebookê da yekî gotiye Rûsya genimê di sîloyên Ukraynayê da ye didize û difroşe Tirkiyê.

Ez bawer dikim xeber rast e. Ji bo ku kanibe herba xwe fînanse bike ji Rûsyayê ra pere û ji Tirkiyê ra jî genimê erzan lazim e. Ji bo wê jî Rûsya nahêle genimê Ûkraynayê bigihîje bazarên dinyayê.

Erdogan merivekî zalim û kêmfersend e, şerê Rûsyê û Ûkraynayê ji xwe ra wek fersendeke baş, wek lotoya wî lêxistibe dibîne, heta bikanibe ewê vê fersendê baş bi kar bîne.

Neteweyên Yekbûyî dibê midaxeleyî vê tîcareta pîs a Pûtîn û Erdogan bike.

 

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE