29 juni 2022

Fînland û Swêd pir rehet teslîmî Erdogan bûn

Peymana Swêd ji bo endametiya NATOyê bi Tirkiyê ra îmze kiriye di medyayê da belav bû.

Bi baweriya min ev ne temamiya peymanê ye, hin madeyên peumanê yên veşartî jî hene.

Yanî Swêd di mesela kurdan da gelek sozên din jî dane Tirkiyê, lê ew soz eşkere nekirine.

Li dinyayê dewleta bi kurdan ra bêbextiyê, xiyanetê neke tuneye.
Çimkî ne çoyê me heye, ne jî perê me. Ne kes ji me ditirse, ne jî em kanin kesî bikirin.

Tirkiye him dikire, him ditirsîne. Him perê Erdogan heye, him jî bi hezaran çete û terorîst di bin emrê wî da ne. Mêrik him "ço", him jî pere nîşanî Fînlandê û Swêd da.

Lema jî Swêd û Fînlandê daxwazên Tirkiyê pir rehet qebûl kirin, zû teslîm bûn. 

Piştgiriya bi me ra girêdayî ûjdan û moral e, girêdayî însaniyetê û prensîbên ”demokrasiyê” ye. Demokrasî jî wek lastîkê ye, li gorî daxwaza xurtan diguhere, dirêj û kin dibe.

Wezîra karên derve ya Swêd Ann Lînde dibêje ew teslîmî Erdogan nebûne, wan ji prensîbên xwe yên demokrasiyê tu tawîz nedane. Ev ne rast e, Swêd daxwazên Erdogan ne gişk be jî, lê gelekên wan qebûl kirine.
Lê do di tarîxa Fînland û Swêd da rojeke şermê ye, yên ev peyman bi Tirkiyê ra îmze kirin ji ber vê teslîmiyetê ewê şerm bikin.

Carê bi Tirkiye îmzekirina peymaneke wiha ji bo Erdogan serketineke mezin e.

Erê Swêd PYD, YPG, YPJ wek terorîst qebûl nekiriye, ev baş e, lê Swêd soz daye Tirkiyê ewê bi PYDê, YPGê û YPJê û hêzên nêzî wan ra têkiliyê danîne û alîkariya wan neke.

Ma ev ne tawîz e, ne qebûlkirina daxwaza Erdogan e?
Swêd soz daye ewê îstîxbarata Tirkiye dixwaze bide, bi Tirkiyê ra bixebite.

Swêd û endamên NATOyê giş zanin fînansorê Daîşê, El Qaîdeyê û gelek terorîstên îslamî Tirkiye ye. El Bexdadî û sê serokên Daîşê yên piştî El Bexdadî li herêmên di bin destê Tirkyê da hatin kuştin.

Swêd baş zane Tirkiyê ji terorîstên Daîşê, El Qaîdeyê artêşek çêkiriye û li Sûriyê, li Lîbyayê, li Somalîyê, li Azerbêcanê bi wan şer dike. Ji çarhawêlî dinyayê bi hezaran terorîst di ser Tirkiyê ra çûn tevî Daîşê bûn û şerê kurdan kirin.

Lê dîsa jî Swêd û NATO Tirkiyê wek dewleteke hevalbendê terorîstan nabînin, di ser da pê ra hevkariyê dikin, kurdan û mixalifên Erdogan yên siyasî dikin terorîst.
Çima?
Ji bo ku ji Erdogan ditirsin, ji bo ku Erdogan ji wan sîlehan dikire. Û ji bo ku kurd mezlûm û bêpişt in, lema kurdan difroşin Tirkiyê.

Bi vê peynanê tiştê Fînlandê û Swêd kir newêrekî ye, bêexlaqî ye, teslîmbûna dîktatorekî sponsorê terorîstên îslamî ye. Tu kes bi qasî Erdogan di terorê negeriya ye, lê ji wî ra çavên xwe digrin, ji bo ku kurd bêkes in, bela xwe di kurdan didin.


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE